Li Hindistanê barana mûsonê: Herî kêm 23 kes mirin

Li Hindistanê, ji ber barana mûsonê dîwarek bi ser malan ve rûxiya. Her wiha hezazê rû da. Di bûyeran de herî kêm 23 kes mirin.

Rayedarên Hîndû ragihandin ku li bajarê Bombayê yê li rojavayê welêt, ji ber barana mûsonê darek bi ser dîwarekî ve ketiye, dîwar jî bi ser gelek malan ve rûxiya ye.

Li gorî daxuyaniya Hêza Bersivdana li Felaketên Xwezayî, ji nava xirbeyan 17 cenaze hatine derxistin.

Li taxeke din a bajêr hezaz bû sedem ku pênc xanî xera bibin û di encamê de 6 kes mirin.

Barana mûsonê ku ji Hezîranê heta Îlonê dibare, dibe sedema lehî û hezazê. Li vê herêma ku ji pênc paran parek ji nifûsa cîhanê lê ye, her sal bi sedan mirov ji ber vê karesatê jiyana xwe ji dest didin. Barana mûsonê di heman demê de ji bo jiyanê û çandiniyê di asta jiyanî de girîng e.