CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Karmendên pergala edlî ya Îranê li seranserê welat daketin kolanan
Li Îranê karmendên pergala edlî bi daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe duh û îro li tevahiya welat daketin kolanan. -
Li Kazakistanê zêdeyî 5 hezar kes hatin destgîrkirin
Li Kazakistanê, ku welatê herî mezin ê li Asya Navîn e, ji destpêka çalakiyên şermezarkirinê û vir ve zêdeyî 5 hezar kes hatin destgîrkirin. -
Parlemento wê bicive, gelo wê hikûmetê ava bikin!
Demek dirêj derbasbû piştî hilbijartina Parlementoya Iraqê lê heta niha ji bo hikûmetek nû bê avakirin, encamek zelal derneketiye. Sibe wê parlemento bicive, pirsa girîng gelo wê hikûmetek çawa bê avakirin li pêş e. -
Siyasetmedarên Iraqê: Divê PKK ji lîsteyên qedexe were derxistin
Siyasetmedarên Iraqê diyar kirin ku PKK parastina doza Kurdan dike û got: “PKK li dijî siyaseta tinekirina nasnameya Kurdan têdikoşe û divê ji lîsteyên qedexe were derxistin.“ -
Li Haîtî kaosa çeteyan
Li Haîtiyê 2 rojnamevanên ku şerê çeteyan dişopandin hatin kuştin. -
Serokkomarê Kazak 'fermana kuştinê' da
Serokkomarê Kazakistanê Kasim Comert Tokayev, ji bo tepisandina çalakiyên protestoyî ferman da ku 'bêyî hişyarkirinê, bikujin'. -
Fîlîpînê zewaca zarokan qedexe kir
Li Fîlîpînê ku ji her 6 zarokan yek hatiye zewicandin, zewaca zarokan hat qedexekirin. -
Li Kazakistanê di xwepêşandanan de bi dehan kes hatin kuştin
Li Kazakistanê, di dema xwepêşandanên ji bo şermezarkirina buhayê sotemeniyê de bi dehan çalakger hatin kuştin. -
Protestoyên li Kazakistanê veguherîn şîdetê
Di roja duyemîn a xwepêşandanên li seranserî welat de ku piştî bilindbûna nirxê sotemeniyê li Kazakistanê destpê kir, artêşa Rûsyayê destwerdan kir û tevî hêzên Kazakistanê êrîşî sivîlan kir; Gelek mirî, birîndar û destgîrkirî hene. -
Li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esed êrîşa bi fuze pêk hat
Li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esed êrîşa bu fuzeyan pêk hat. Êrîş ji aliyê sîstema parastinê ve hatin pûçkirin. -
Li Kazakistanê protesto: Hikumet hate hilweşandin, 200 kes hatin destgîrkirin
Li gelek bajarên Kazakistanê di çalakiyên protestoyî yên dijî bihabûna gazê de zêdeyî 200 kes hatin destgîrkirin, bi dehan çalakger û polîs birîndar bûn. Hikumet hate hilweşandin. -
Li Iraqê du droneyên ku êrişî koalîsyonê kirin hatin xistin
Hate ragihandin li Iraqê dema ku du droneyan xwestin li hêzên Koalîsyona Navneteweyî bixin a ku DYE pêşengtiya wê dike, hatine xistin. -
Di 2021’an de zêdetirî 4 hezar koçber di rêya Îspanyayê de mirin
Li gorî bîlançoya ku ji aliyê rêxistina sivîl Camînando Fronteras ve hat ragihandin, zêdeyî 4 hezar koçberên ku di sala 2021'an de hewl dan bi rêya behrê xwe bigihînin Spanyayê jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne. -
Îran amade nîne rejîma Talîbanê nas bike
Wezareta Derwe ya Îranê ragihand ku ew di asta naskirina rejîma Talîbanê ya li Efganîstanê de nînin. -
Li Bexdayê 2 drone hatin xistin
Hate ragihandin, li paytexta Iraq Bexdayê 2 droneyên ku êrişî hêzên Koalîsyonê yên bi pêşengiya DYE'yê dikirin, hatin xistin. -
DYE’yê Etiyopya, Malî û Gîne ji bernameya alîkariyê derxist
Rêveberiya DYE’yê ji ber binpêkirinên mafê mirovan û derbeyên leşkerî Etiyopya, Malî û Gîne ji bernameya alîkariyê ya Afrîqayê derxist. -
Ji bo Serpîskopos Desmond Tûtû yê Afrîqaya Başûr merasîmek hat lidarxistin
Merasîma cenazê ya ji bo Serpîskopos Desmond Tûtû yê Afrîqaya Başûr ku kampanyaya antî apartheîdê birêve dibir, li Katedralîn Anglîcan a Cape Townê hat lidarxistin. -
Li Hindîstanê di qelebalixiya li Perestgehê de 12 kes mirin
Di roja yekê ya sala nû de di qelebalixiya ku li yek ji Perestgehên herî pîroz ên Hindîstanê de derketî herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan. -
Di navbera Talîban û artêşa Pakistanê de şer derket: 6 kes mirin
Di şerê ku di navbera artêşa Pakistanê û hêzên xwecihî yên nêzî Talîbanê ku li herêma Wezîristanê ya dikeve bakurê welat de 4 leşker û 2 endamên Talîbanê mirin. -
Li Sûdanê di xwepêşandanên li dijî darbeyê de 4 çalakvan mirin
Li Xartûmê ya ku paytexta Sûdanê ye, di xwepêşandanên li dijî darbeyê de hêzên artêşê fîşek li çalakvanan reşand. 4 kes mirin. -
Li Coloradoyê bi sedan mal şewitîn
Li eyaleta Colorado ya DYE'yê, ji ber şewatê bi sedan xanî şewitîn. -
Wê rûniştina destpêkirinê ya parlementoya Iraqê di 9’ê Çileyê de were kirin
Hate diyarkirin wê di 9’ê Çileyê de rûniştina destpêkirinê ya parlementoya Iraqê were kirin. -
Yekîtiya Ewropayê piştgirî da ambargoya çekan a li ser Myanmarê
Piştî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Yekîtiya Ewropayê jî eşkere kir ku ew piştgiriyê didin ambargoya çekan a navneteweyî ya li ser Mynamarê. -
Dewleta Tirk zêdeyî 80 top avêt gundên Minbic û Babê
Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 28'ê Kanûnê herî kêm 84 top li gundên Minbic û Babê ketine. -
Li Yewnanistanê erd hejiya
Li Girava Gîrît a Yewnanistanê, di mezinahiya 5.7 pileyî erd hejiya.