Parlemento wê bicive, gelo wê hikûmetê ava bikin!

Demek dirêj derbasbû piştî hilbijartina Parlementoya Iraqê lê heta niha ji bo hikûmetek nû bê avakirin, encamek zelal derneketiye. Sibe wê parlemento bicive, pirsa girîng gelo wê hikûmetek çawa bê avakirin li pêş e.

Di 10’ê Cotmeha 2021’ê de ji bo dema nû ya parlementoyê li Iraqê bi tevlîbûneke rêjeyek pir kêm hilbijartin hate kirin. Tevî ku gel neçû ser sindoqan û ev yek protesto kir jî, lê hilbijartin dîsa hate kirin.

Lê heta vê gavê jî gelek alî taybet gel li ber vê hilbijartinê nerazî ne û diyar dikin ku gendelî hatiye kirin û wê çareseriyê peyda neke.

Li gorî biryarnameya ku Serokkomarê Iraqê Berhem Salih a 30’ê Kanûna 2021’ê parvekirî, 9’ê Çileya 2022’ê roja Pêncşemê wê civîna yekem a Parlementoya Iraqê pêk bê.

Li bendê ye ku sibe di civîna yekem de parlementer wê di rûniştinê de serokê meclîsê û 2 serok wekîlan hilbijêre.

Serokê Parlementoyê û 2 serok wekîlên bên hilbijartin wê erka hikûmeta nû ya bê avakirin bide namzetê ku biloka herî bihêz diyar kirî.

Li gorî hilbijartina 10’ê Cotmeha 2021’ê rêjeya dengen partî û îtifaqên hatine kirin wiha ne:

Tevgera Sadir a bi pêşengtiya Lîderê Şîa Muqteda El Sedir, 73 kursî bi dest xist.

Partiya Teqqadûm a bi rêveberiya Lîderê Sunî û Serokê berê yê Parlementoya Iraqê Mûhammed Helbûsî 37 kursî.

Îtifaqa Dewleta Hiqûqê ya Serokwezîrê Berê yê Iraqê Nûrî El Malikî pêşengtî jî dike 33 kursî bi dest xist.

Îtifaqa El Feteh a baskê siyasî ya Heşdî Şebî 17 kursî bi dest xist.

Li aliyê Kurdan jî PDK 29 û Îtifaqa Kurdistan 19 kursî bi dest xist. 

Sîstema Siyasî ya li Iraqê ji sê Meclîsên esasî pêk tên, ev jî; Şîa, Sûnî û Kurd in.

Di demê dawî de ji bo hikûmeta nû bê avakirin, di nava alî û partiyên heyî de hevdîtinên germ tên kirin. Tevî ku hemû alî ji bo hikûmeta nû bê avakirin hevdîtinan dikin jî lê heta niha encamek diyar û şênber derneketiye holê.

Di van hevdîtinên tên kirin de aliyê Sûnî Serokê berê yê Parlementoya Iraqê Mihemed Helbûsî û Xemîs Xençer li hev kirine ku hemû aliyên Sûne di bin yek sêwanê de li hev kom bibin û yek biryar bin.

Di encama van hevdîtinan de tê diyarkirin ku Mihemed Helbûsî dixwaze ji bo Serokatiya Parlementoyê û Xemîs Xençer jî bibe cêgirê wî. Lê heta niha ne ji aliyê wan ve û ne jî fermî ev yek nehatiye piştrastkirin.

Aliyê Kurd PDK û YNK jî di civîna xwe ya li Silêmanî de, diyar kir ku armanca wan a esasî posta Serokkomarî û gelek wezîran bigire ye. Ji bo vê li hevkirinek pêkhatiye ku yek deng bin.

Li aliyê ereban Sune û Şîa weke du bereyên mezin li ber hev in ku bikarin li parlementoyê baştir bibin xwedî erk û wezîfe. Sadir aliyeke û Malikî jî aliyê din e. Tevgera Sadir ku Muqteda El Sadir ê lîderê olî yê Şîa ye tê naşi û li aliyê din jî Nûrî Malikî ku di ‘Çarçoveya Koalîsyon’ li hev kirine cih digirin. Di ‘Çarçoveya Koalîsyon’ de hemû aliyên derveyî Şîa cih digirin.

Di hevdîtinên ji bo avakirina hikûmeta nû de, hemû nîqaş û civînên hatin kirin, piranî li ser posta Serokkomarî, Serokwezîr û Serokê Parlementoyê bûn. Ji bo van postan jî heta niha bi fermî navek nehatiye diyarkirin.

Li aliyê din Mustefa Kazimî, Mihemed Helbûsî û Berhem Salih jî hemû hewldanên wan ew e ku postên xwe biparêzin û erka xwe bidomînin.

Aliyê din jî Niwey Nû (Nifşê Nû) ku di hilbijatinê de 9 kursî bi dest xist, li gel komek Ereb di bin navê hevpeymana Ereb çêkirine û li gorî daxuyaniya dayî li gorî vê hevpeymanê 26 kursî hene. Lê tê îdaîakirin ku 18 kursiyên wan hene.