Wê rûniştina destpêkirinê ya parlementoya Iraqê di 9’ê Çileyê de were kirin

Hate diyarkirin wê di 9’ê Çileyê de rûniştina destpêkirinê ya parlementoya Iraqê were kirin.

Serokkomarê Iraqê Dr. Berhem Salih dema yekem civîna parlementoya Iraqê diyar kir. Roja 9’ê Çile 2022’an wê yekem civîna dema pêncem a parlementoya Iraqê pêk were.

Serokkomar bi daxwaznameyek bang li parlementerên nû hatine hilbijartin kir ku roja 9’ê Çileya 2022’an li parlementoya Iraqê yekem civîna xwe li dar bixin.

Li gorî destûra Iraqê divê civîna yekem a parlementoyê bi serokatiya parlementerê temenî mezin were birêvebirin. Her wiha divê di civîna yekem a parlementoyê de serok û du cîgirên wê ji bo parlementoyê werin hilbijartin.