Li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esed êrîşa bi fuze pêk hat

Li dijî baregeha leşkerî ya Eyn Esed êrîşa bu fuzeyan pêk hat. Êrîş ji aliyê sîstema parastinê ve hatin pûçkirin.

Koalîsyona Navneteweyî ragihand ku îşev bi çend fuzeyan baregeha Eyn Esed a li parêzgeha Enbarê hate hedefgirtin û bi rêya sîstema parastinê fuze hatine pûçkirin.

Li gorî medya Iraqê, ji gundê Bestamiye ku 25 kîlometreyan dikeve rojavayê navçeya Hîtê fuze hatine avêtin û tu ziyan çênebûne.

Di vê hefteyê de ev cara duyemîn e li dijî baregehên leşkerî êrîş pêk tên.

Baregeha Eyn Esed dikeve parêzgeha Enbar a rojavayê Iraqê. Hêzên Amerîka lê dimînin. Di roja 19’ê Kanûna 2021’an de Wezareta Parastina Iraqê ragihand ku di çarçoveya vekişînê de koalîsyonê alavên li baregehê radestî Artêşa Iraqê kirine.