Fîlîpînê zewaca zarokan qedexe kir

Li Fîlîpînê ku ji her 6 zarokan yek hatiye zewicandin, zewaca zarokan hat qedexekirin.

Di metna qanûnê de ku vê Pêncşemê ji raya giştî re hat eşkerekirin, zewaca zarokan wek pêkanîneke îstîsmarê hat dîtin.

Li welat ji her şeş zarokên di bin 18 saliyê de yek hatiye zewicandin. Koma mafên mirovan Plan International ku navenda wê li Îngilîstanê ye, diyar dike ku Fîlîpîn di warê zewacên zarokan de di rêza 12’emîn a cîhanê de ye.

Kesê ku ji niha û pê ve li Fîlîpînê bi kesekî di bin 18 saliyê re bizewice an jî bi hev re bizewice, yê ku hevkariyên bi vî rengî saz bike an bide, dikare 12 sal cezayê girtîgehê lê were birîn.

Lê ji bo civakên Misilman û xwecihî yên ku nîşankirin û zewaca zarokan di nava wan de heya astekê tê pêkanîn, hin bendên qanûnê wê ji bo salekê were sekinandin. Hikûmet bi vê dema derbasbûnê re wê hewl bide ku civakên eleqedar razî bike ku dev ji vê kiryarê berdin.

Li Fîlîpînê ku bi piranî Katolîk in, kesimek Misilman a girîng jî heye ku bi giranî li başûrê welat dijîn.

Li girava Mîndanao ku herêmek Misilman a xweser e, qanûnek ku di sala 1977’an de hatî pejirandin destûrê dide Misilmanên Fîlîpînî ku dema temenê wan bigihîje balixbûnê bizewicin.

Li gorî raporeke ku Fona Alîkariya Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF) di sala 2021’an de weşandiye, zêdetirî 500 mîlyon keç û jinên ku niha li cîhanê dijîn di zarokatiyê de hatine zewicandin. Di vî warî de rêjeya herî bilind li Afrîkaya jêr Sahara û Asyaya Başûr tê dîtin.