Li Coloradoyê bi sedan mal şewitîn

Li eyaleta Colorado ya DYE'yê, ji ber şewatê bi sedan xanî şewitîn.

Li eyaleta Coloradoyê ziwatiyeke giran heye. Tê texmînkirin ku ev yek dibe sedema rûdana şewatê.

Hate ragihandin ku li qada Boulderê malên taybet, otel, navendên bazirganiyê û zêdeyê 650 hektar qada şênkahiyê şewitî ye.

Li hin herêman ji ber ku ba xwedî leza ji 160 kîlometreyî saetê ye, arkuj nikarin bi hêsanî kar bikin.

Di serî de Louisville li gelek herêman ferman hate dayin ku bi hezaran kes ji herêmê bêne veguhastin. Ji bo bajarê Louisville yê ku nifûsa xwe 20 hezar kes e, hişyariya 'Ji bajêr derkevin, naxwe jiyana we wê bikeve metirsiyê' hate dayin.

Biryar hate dayin ku bajarê Suoperior ê nifûsa xwe 13 hezar kes e bi temamî bê valakirin.