Protestoyên li Kazakistanê veguherîn şîdetê

Di roja duyemîn a xwepêşandanên li seranserî welat de ku piştî bilindbûna nirxê sotemeniyê li Kazakistanê destpê kir, artêşa Rûsyayê destwerdan kir û tevî hêzên Kazakistanê êrîşî sivîlan kir; Gelek mirî, birîndar û destgîrkirî hene.

Serhildan li rojavayê Kazakistanê roja Yekşemê wekî protestoyek li dijî bilindbûna bihayê sotemeniyê destpê kir. Çar roj şûnde, avahîyên hukûmetê, îstasyonên TV’yan, balafirgeh û gelek cihên kar ji hêla bi hezaran xwepêşanderên dijî hukûmetê ve hatin girtin, serhildan berfireh bû û veguherî êrîşek tam li dijî elîta xwecihî ya Kazakî ya ku di asta giştî de bi otokratîkbûn û gendeliyê tên naskirin.

Serokê Kazaxistanê Kasim Comert Tokayev roja Sêşemê di nav xwepêşandanan de hikûmet hilweşand û rewşa awarte li seranserê welat ragihand. Her wiha ji CSTO’yê ku tifaqeke leşkerî ya piştî Sovyetê ye û Rûsya jî di nav de ye, alîkarî xwest.

Li gorî medyaya herêmî, li bajarê Aktaû zêdetirî 10 hezar kes daketin kolanan û daxwaza îstîfayê li Tokayev kirin.

Dîmenên ku îro li ser înternetê hatin weşandin nîşan didin ku tevî rewşa awarte bi hezaran kes avêtin ser avahiya sereke ya hikûmetê ya li Almaty ku bajarê herî mezin ê welat e.

Piştî nîvro ji ber ku girseya gel dest bi belavbûnê kir dûman ji avahiyê rabû. Li gorî çavkaniyên nûçeyan yên herêmî, avahiya şaxa herêmî yê partiya desthilatdar Nûr Otan û avahiya berê ya Serokkomariyê jî hatin şewitandin.

Servîsên nûçeyan ragihandin ku pevçûn di navbera xwepêşander û polîsan de ji nû ve destpê kiriye û polîsan ji bo tepesandina girseyê bombeyên bêhişker û gaza bîberê bikar anîn. Xwepêşanderan beriya ku biçin avahiya Serokomariyê avahiya dozgeriyê ya li Almatayê jî şewitandin.

Polîsê Almaty got ku xwepêşanderan 120 wesayît şewitandine ku 33 ji wan yên polîsan bûn û ziyan gihandine nêzîkî 400 cihên kar û zêdetirî 200 kes ji xwepêşanderan jî hatine destgîrkirin.

Wezareta Navxweyî ya wî welatî ragihand ku di pevçûnan de 8 efser hatine kuştin.

Li gorî nûçeyên medyaya xwecihî polîsan li bajarê petrolê ya Atiravê gule li xwepêşanderan reşandin û herî kêm kesek hat kuştin.

Hat îddîakirin ku di êrîşan de fîşekên rastî hatine bikaranîn.