Li Kazakistanê protesto: Hikumet hate hilweşandin, 200 kes hatin destgîrkirin

Li gelek bajarên Kazakistanê di çalakiyên protestoyî yên dijî bihabûna gazê de zêdeyî 200 kes hatin destgîrkirin, bi dehan çalakger û polîs birîndar bûn. Hikumet hate hilweşandin.

Di şeva Sêşem-Çarşemê de li paytext Almatî di dema xwepêşandanên şermezarkirinê de polîsan bombeyên deng û gazên ku çavan dişewitînin bi kar anîn. Li paytext Almatî heta 19'ê Çileyê bi şev derketina derve hate qedexekirin.

Di daxuyaniya Wezareta Karên Hundir de hate gotin, bi hinceta "xerakirina sîstema cemaweriyê" zêdeyî 200 kes hatine destgîrkirin. Wezaretê diyar kir ku 95 polîs birîndar bûne, lê li ser birîndarbûna xwepêşandêran agahî nehate dayin.

Serokkomar Qasim Comert Tokayev, ji ber çalakiyên protestoyî hikumet ji wezîfeyê girt. Li şûna Serokwezîr Askar Mamîn, wê Alîkarê Serokwezîr Alîhan Îsmaîlov heta avabûna desteya nû ya wezîran vê wezîfeyê bimeşîne. Tokayev ev bang li çalakgeran kir, "Bersivê nedin provokasyonên ji derve û hundir, bersivê nedin bangên êrişê yên li ser avahiyên fermî."

Çalakiyên şermezarkirinê, piştî ku bihayê gaza xwezayî hate zêdekirin roja Yekşemê li bajarê Zhanaozen ê li rojavayê welêt dest pê kir û piştre li seranserê qiraxa Derya Xazarê li bajarê Aktavê û paytext Almatî dewam kir. Hikumetê ji bo çalakiyan bi dawî bike, bihayê gazê kêm kir.

Li gorî medya Kazakistanê, li bajarê Zhanaozenê midurê şîrketeke gazê û berpirsyarekî din hatin destgîrkirin. Şîrketa navborî bi zêdekirina bihayê gazê bêsedem, tê sûcdarkirin.

Kazakistan ku xwedî aboriya herî mezin a li Asya Navîn e, bi mezinbûna aboriyê balê dikişîne ser xwe. Lê belê kêmbûna bihayê petrolê û krîza aboriyê ya li Rûsyayê, bûn sedem ku nirxê pereyê Kazakistanê tenge kêm bibe û enflasyon mezin bibe.