Li Hindîstanê di qelebalixiya li Perestgehê de 12 kes mirin

Di roja yekê ya sala nû de di qelebalixiya ku li yek ji Perestgehên herî pîroz ên Hindîstanê de derketî herî kêm 12 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Roja Şemiyê li gorî saeta herêmî di saet 02:30’an de, bi hezaran kes li Perestgeha Mata Vaîshno Devî ya li Jammûyê ya li bakurê Hindîstanê bûn ku bû sedemê qerebalixiyeke mezin.

Alîkarê Komîser Reasî Charandeep Sîngh ragihand ku 16 kes jî birîndar bûne û rakirin nexweşxaneyê.

Sedema qelebalixiyê hê nehatiye diyarkirin. Têkildarê bûyerê fermana lêpirsînek di asta bilind de ji aliyê Waliyê Jammû û Keşmîrê Manoj Sînha ve hatiye dayîn.

Her roj bi deh hezaran Hindî serdana perestgehê dikin.

Serokwezîr Narendra Modî diyar kir ku ew ji ber kesên ku di encama qelebalixiya li Mata Vaîshno Devî Bhawanê derketî jiyana xwe ji dest dane gelek xemgîn e û sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.