Karmendên pergala edlî ya Îranê li seranserê welat daketin kolanan

Li Îranê karmendên pergala edlî bi daxwaza zêdekirina mûçeyên xwe duh û îro li tevahiya welat daketin kolanan.

Îbrahîm Reîsî yê ku di hilbijartinên Hezîrana 2021’an de wek serokkomar hat hilbijartin, di hefteyên dawî de yên dema ku hêj serokê dadweriyê bû soz dabû ku mûçeyên karmendan zêde bike, encax hukûmeta ku niha serokatiya wê dike biryar guhert.

Karmendên pergala edlî li seranserê welat daketin qadan û daxwaza zêdekirina mûçe kirin.

Rojnameya Şerq ku wek “reformxwaz” tê nîşandan, kurte dîmenek ji xwepêşandana li ber parlementoya Tehranê belav kiriye ku tê de bi sedan jin û mêr beşdar bûne.

Di çalakiyê de dirûşmeyên, "Eger pirsgirêka me neyê çareserkirin wê êdî edalet nekaribe bixebite" hatin berzkirin.

Rojnameyeke din a "reformîst" a bi navê Arman Mêllî jî nivîsîbû ku li piraniya bajarên welat ji bo daxwaza mûçeyê xwepêşandan hatin lidarxistin.

Hat diyarkirin ku di çalakiyan de pankartên bi nivîsa "Karmendên edliyeyê nikarin pêdiviyên xwe bi cih bînin" û "Durûtiya hikûmet û parlamentoyê derket holê" hatin vekirin.

Daxwaza zêdekirina mûçeyên karmendên pergala edlî roja Çarşema borî ji aliyê parlamentoyê ve hatibû redkirin. Midurê Giştî yê Îdareya Cemaweriyê Meysem Letîfî wê demê di daxuyaniyekê de weke sedema biryara redkirinê ragihandibû ku zêdekirina mûçeyên bi vî rengî wê li saziyên din ên îdarî jî bibe sedema daxwazên bi heman rengî.

Enflasyona salane ya Îranê ya ku di bin cezayên pêkanînê yên Emerîkayê de ye, derdora ji sedî 60 e. Ji ber gendelî û zextên berfireh, newekhevî û krîzeke aborî ya kûr heye.