Ji bo Serpîskopos Desmond Tûtû yê Afrîqaya Başûr merasîmek hat lidarxistin

Merasîma cenazê ya ji bo Serpîskopos Desmond Tûtû yê Afrîqaya Başûr ku kampanyaya antî apartheîdê birêve dibir, li Katedralîn Anglîcan a Cape Townê hat lidarxistin.

Ji bo Serpîskoposê Anglîkan Desmond Tûtû yê ku ji ber rolê wî yê di bi dawîkirina rejîma zextê û nijadperest a Afrîqaya Başûr û parastina mafê mirovan de Xelata Aştiyê ya Nobelê wergirtibû, di roja ewil a salê de merasîmek dewletî hate lidarxistin.

Jûstîn Welby Serpîskoposê Canterbûry ku mezinê dêra Anglîcan a di asta cîhanê de ye, di dema merasîma ayînî ya li St. George Karedral a li Cape Townê hat lidarxistin de got; "Dema ku di tariyê de bûn wî ronî anî."

Welby anî ziman, "Afrîqaya Başûr, tevî Serok Nelson Mandela û Serpîskopos Tûtû, mînakên bê hempa ên pêşengên bilinbûna netewa bûka baranê da. Çirayên ku gelek xelatên Nobelê bi destxistinî bi demê re vemirîn, lê ronahiya Serpîskopos Tûtû geştir bûye.”

Yekşema bihorî Tûtû di 90 saliya xwe de wefat kir. Ji ber ku bi xwe ji pêşandanên xwerû dûr dixist, li ser daxwaza wî ew xistin tabûtek çamê ya sade, ku ya herî erzan bû,; Merasîm bi koroyên Afrîqayê, dua û bi vêxistina tûtsiyan ve pêkhat.

Tûtû ku kahînekî Anglîkanê bû di destpêka salên 1960’an de, ji ber dijberiya xwe ya li hember nijadperestiyê ya tundî di nav xwe de ne dihewand, di sala 1984’an de xelata Nobelê wergirt. Ew paşê bû yekem serpîskoposê Çermreş ê Cape Townê.

Piştî ku Afrîqaya Başûr di sala 1994’an de gihîşt demokrasiyê, Mandela Tûtû kir serokê Komîsyona Heqîqet û Lihevanînê, ku ji bo raporkirina binpêkirinên mafên mirovan ên di serdema apartheidê de hatibû damezrandin.

Tûtû di tevahiya jiyana xwe de bi awayekî aktîf piştgirî da mafên wekhev ji bo hemû mirovan û di nav de Kurdan jî, her wiha li dijî gendelî û binketinên din ên ku wî di hukûmeta Afrîqaya Başûr de ya ji aliyê partiya Kongreya Netewî ya Afrîqayê dihat rêvebirin de dît, têkoşîn kir.

Serokê Afrîqaya Başûr Cyrîl Ramaphosa jî ku merasîma bîranînê lidarxistî got, "Serpîskopos Desmond Tûtû bû pûsûlayê me yê exlaqî û wijdanê me yê netewî. Piştî hatina demokrasiyê jî, wî pir caran bi tundî ji bo balê bikişîne ser kêmasiyên me yên wekî rêveberên dewleta demokratîk neket nava dudiliyê.”

Ramaphosa ala netewî da jina Tûtû, Leahê ku li ser kursiya bi teker rûniştibû.

Li Katedralayê ku hezar û 200 îbadetkaran dihewîne, ji ber qedexeyên COVID-19’ê tenê destûr dan ku 100 şîngir tevlî merasîma cenazê bibin.

Li derve xelkê ruxmê hewaya bahozê hebû jî merasîma li ser ekrana mezin a li ber avahiya Şaredariya Cape Townê temaşe kir.

Şaredariya Bajarê Mezin ew cihê ku Tûtû di sala 1990’î de roja ku piştî 27 salan Mandela ji girtîgehê ku ji ber dijberiya apartheîdê dihat ragirtin hat berdan, destê Nelson Mandela girtibû ye.

Dema ku tabûta Tûtû piştî merasîma cenazeyê birin ji bo şewitandinê, zengilên Katedralê hatin lêxistin.

Cenazeyê Tûtû wê li katedrala ku merasima wî lê hat lidarxistin were veşartin.