Li Iraqê du droneyên ku êrişî koalîsyonê kirin hatin xistin

Hate ragihandin li Iraqê dema ku du droneyan xwestin li hêzên Koalîsyona Navneteweyî bixin a ku DYE pêşengtiya wê dike, hatine xistin.

Rayedarekî Koalîsyona Navneteweyî ji AFP’ê re axivî û diyar kir di destê sibehê de li baregeha hewayî ya El Esad a li rojavayê Iraqê du droneyên bombebarkirî hatine tespîtkirin û îmhakirin.

Di nava 48 saetên dawîn de du êrişên wekî hev tên lidarxistin. Di 3’ê Çileyê de rayedarekî koalîsyonê diyar kiribû li balefirgeha Bexdayê ya ku baregeha leşkerî ya hêzeke biçûk a koalîsyonê li wir e, bûye hedefa droneyan. Rayedaran diyar kiribûn ev drone hatine xistin. Li ser droneyên hatine xistin ‘Operasyona tolhildanê ya ji bo fermandaran’ hatibû nivîsandin.

Di salvegera kuştina generalê Îranî Kasim Suleymanî û Alîkarê Serokê Haşdî Şabî Ebû Mehdî Muhendîs de ev êriş hatin kirin. Suleymanî û Muhendîs di 3’ê Çileya 2020’an de li balefirgeha Bexdayê ji aliyê droneyên DYE ve hatibûn kuştin.

Di mehên dawîn de li hemberî berjewendî û yekîneyên Emerîkayê bi dehan êrişên bi drone û roketan hatin kirin. Heta niha tu hêzê ev êriş li xwe negirtine û DYE van êrişan dixe stûyê komên ku alîgirên Îranê dikin.