DYE’yê Etiyopya, Malî û Gîne ji bernameya alîkariyê derxist

Rêveberiya DYE’yê ji ber binpêkirinên mafê mirovan û derbeyên leşkerî Etiyopya, Malî û Gîne ji bernameya alîkariyê ya Afrîqayê derxist.

Rêveberiya DYE’yê ji ber binpêkirina mafên mirovan û derbeyên leşkerî Etiyopya, Malî û Gîneyê ji bernameya alîkariyê ya Afrîkayê derxist.

Di daxuyaniya Nûnerê Bazirganiyê yê Emerîkayê de hat ragihandin ku rêveberiya Bîden-Harrîs ji ber guhertinên nedestûrî û binpêkirinên giran ên mafên mirovan ên li her sê welatan alîkariya ji bo van welatan rawestandiye.

Ev biryar piştî ku Serokê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê Bîden di meha Mijdarê de ragihandibû ku dibe ku Etiyopya ji bernameya alîkariyê were derxistin, hat.

Di sala 2021’an de hikumetên Malî û Gîneyê bi darbeyên leşkerî hatibûn ser desthilatdariyê. Li Etiyopyayê pevçûnên di navbera komên muxalîf de dewam dikin.

Tê payîn ku ev biryar ji bo Etiyopyaya ku bi DYE’yê re bi rengekî berfireh bazirganiya tekstîlê dike, encamên cidî bi xwe re bîne.