Yekîtiya Ewropayê piştgirî da ambargoya çekan a li ser Myanmarê

Piştî Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE), Yekîtiya Ewropayê jî eşkere kir ku ew piştgiriyê didin ambargoya çekan a navneteweyî ya li ser Mynamarê.

Piştî komkujiya artêşa Myanmarê ku 2 endamên rêxistina civaka sivîl Save the Children jî di nav de gelek sivîl hatin qetilkirin, Yekîtiya Ewropayê jî piştgirî da ambargoyeke gengaz a çekan.

Nûnerê Bilind ê Yekîtiya Ewropayê yê ji Polîtîkaya Derve Berpirsyar Josep Borrell got, "Li hemberî tundiyê, ambargoya çekan jî di nav de pêwîstî bi çalakiyên pêşîgirtinê yê di asta navneteweyî de heye."

Yekîtiya Ewropayê firotina çek û alavên wan ên li hundir weke amûreke zextê bên bikaranîn rawestandibû.

24'ê Kanûnê, jin û zarok jî di nav de 35 kes li eyaleta Kahayê ji aliyê leşkeran ve hatibûn qetilkirin.

Ji berdevkên cûntaya leşkerî Zaw Mîn Tûn roja Şemiyê bi daxuyaniyekê ragihandibû ku şer qewimiye, leşkeran hin kes kuştine, lê agahiyên berfireh nedabû.

Li gorî Saziya Çavdêriyê ya Myanmarê Witnessê 35 kes ji aliyê leşkeran ve hatin şewitandin û kuştin.

Washîngtonê roja Sêşemê daxuyaniyek da û xwest ku li hemberî cûntayê ambargoya çekan bê danîn.