Dewleta Tirk zêdeyî 80 top avêt gundên Minbic û Babê

Navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê ragihand ku 28'ê Kanûnê herî kêm 84 top li gundên Minbic û Babê ketine.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê îro bîlançoya sûcên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser gundewarên nêzî xeta El-Sacûr di 28'ê Kanûna 2021'ê de, eşkere kir.

Navendê got: "Gundewarên li ser xeta El-Sacûrê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ên li baregeha El-Şêx Nasir û baregeha El-Şiwêha, baregeha El-Zerzûr ên rojhilatê Babê derdora bajarê El-Erîma, gundê El-Yalnî û baxçeyên Fewaris, Qert Wêran ên rojhilatê Babê di 28'ê Kanûnê de, topbaran kirin. Nêzî 16 topên hewanê hatin avêtin.

Her wiha artêşa Tirk a dagirker saet di 10:33'an de gundewarên El-Eseliye, El-Camûsiye, Um Edese, El-Seyade, El-Dendeniye ên bakurê rojavayê bajarê ji baregeha El-Yaşlî û El-Kerbeclî topbaran kirin.

Nêzî 68 top li gundên navborî ketin. 16 top li gundê Mehsenlî û Ereb Hesen ketin her wiha çekên doçka û çekên sivik jî hatin bikaranîn."

Li gorî navenda Ragihandinê ya Meclîsa Leşkerî ya Minbicê dewleta Tirk malên sivîlan û zeviyan jî topbaran dike.