Îran amade nîne rejîma Talîbanê nas bike

Wezareta Derwe ya Îranê ragihand ku ew di asta naskirina rejîma Talîbanê ya li Efganîstanê de nînin.

Berdevkê Wezareta Derwe ya Îranê Saîd Xetîbzade di civîna çapemeniyê ya li dar xistî de got, “Îro em di asta naskirina Talîbanê de nînin. Em hêvîdarin ku organê rêveberiyê ya Efganîstanê bi çalakiyên xwe, bera xwe bide aliyê ku rê bide di asta navnetewî de wê nas bikin.”

Xetîbzade her wiha anî ziman: “Welatên cîran ên Îran û Efganistanê bi taybetî li ser avakirina hikûmeteke berfireh ku cihêrengiya etnîkî û demografî ya vî welatî nîşan bide, israr dikin.

Îrana ku zêdetirî 900 kîlometreyan sînorê wê bi Afganîstanê re heye, di mehên dawî de li rêyan digere ku ji hêza nû ya welatê cîran re xwe nêzîk bike.

Talîbanê di nîvê Tebaxa sala bihorî de, piştî peymana bi Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê re, desthilatdarî bi dest xistibû. Hema bêje hemû endamên Talîbanê ku ji etnîsîteya Peşto ne jî ji mêran pêk tê.

Her wiha dema Talîban hate ser desthilatdariyê mafên jinan ên sînordar jî ji holê rakir.