Li Sûdanê di xwepêşandanên li dijî darbeyê de 4 çalakvan mirin
Li Xartûmê ya ku paytexta Sûdanê ye, di xwepêşandanên li dijî darbeyê de hêzên artêşê fîşek li çalakvanan reşand. 4 kes mirin.
Li Xartûmê ya ku paytexta Sûdanê ye, di xwepêşandanên li dijî darbeyê de hêzên artêşê fîşek li çalakvanan reşand. 4 kes mirin.
Li gorî agahiyên ku hatine stendin li Omdûrmanê ya ku 25 kîlometreyan li bakurê rojavayê Xartûmê ye ya k paytexta Sûdanê ye, ji bo ku rêveberiya leşkerî hilbijartineke giştî li dar bixe, xwepêşandanek hate kirin.
Leşkerên Sûdanê bi fîşekên rastîn êrişî çalakvanan kir û 4 çalakvanan jiyana xwe ji dest dan.
11 roj in xwepêşandan didome û heta niha 52 kes mirine.
Li Sûdanê di 25’ê Cotmehê de darbeyek hatibû kirin û desthilatdariya Omer Beşîr bi dawî bûbû. Cûntaya leşkerî ya ku dest danîbû ser rêveberiyê, li ser soza xwe ya hilbijaratina giştî nesekinibû.
Xwepêşandan dixwazin hilbijartina giştî pêk were û hikumeteke sivîl were avakirin.