Siyasetmedarên Iraqê: Divê PKK ji lîsteyên qedexe were derxistin

Siyasetmedarên Iraqê diyar kirin ku PKK parastina doza Kurdan dike û got: “PKK li dijî siyaseta tinekirina nasnameya Kurdan têdikoşe û divê ji lîsteyên qedexe were derxistin.“

Hewldanên ji bo Partiya Karkerên Kurdistan (PKK) ji ‘lîsteya terorê’ were derxistin li seranserê cîhanê dewam dikin. Li 30 welatên cîhanê ji bo PKK ji lîsteyê were derxistin, kampanyayên îmzeyan hatine destpêkirin û hîn jî dewam dikin.

Piştgiriya ji bo kampanyayan jî roj bi roj zêde dibe. Şîrovekarê siyasî yê Iraqî Kazim Hac destnîşan kir ku bi rastî jî dewleta Tirk û welatên din hewl didin nasnameya Kurdan tine bikin, lê nizanin ku Kurd li herêmê xwedî dîrokek dûr û dirêjin.

‘DIVÊ PKK JI LÎSTEYA TERORÊ WERE DERXISTIN‘

Kazim bal kişand li ser doza rewa ya PKK’ê  û wiha got: “Bi salane PKK ji bo parastina, doz û daxwaza gelê Kurd têdikoşe. Divê welatên navnetewî PKK’ê ji lîsteya terorê derbixin. Cihê şermê ye ku PKK niha di lîsteya rêxistinên terorîst de tê ragirtin.”

‘PKK XWEDÎ FIKIR Û RAMAN E‘

Şîrovekarek din ê siyasî Wal Rikabî jî li ser heman mijarê nêrînên xwe anî ziman. Rikabî, destpêkê pesnê berxwedana PKK’ê ya ji bo serweriya xaka Iraqê a ji êrîşên terorîstî yên Tirkiyeyê kir û wiha got: “ Partiya Karkerên Kurdistan xwedî sîstemek fikriye. Bawerî bi azadiya fikir û raman, wekhevî û parastina mafan tîne. Xistina PKK’ê ya nava lîsteya terorê, navkeve aqilê tu kesê.“

Di dawiya axaftina xwe de Rikabî bal kişand li ser fikir û rêbaza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û wiha got: “Bi rêya fikirên Abdullah Ocalan daxwaza demokrasî, aştî û parastina gelê Kurd dike û dibêje, ‘Pêwîste ragihandina Ereb mazlûmiya Kurdan bibîne, bi taybet ji bo PKK ji lîsteya terorê were derxistin, bibîne. Divê PKK ji lîsteya terorê were derxistin.”