Di 2021’an de zêdetirî 4 hezar koçber di rêya Îspanyayê de mirin

Li gorî bîlançoya ku ji aliyê rêxistina sivîl Camînando Fronteras ve hat ragihandin, zêdeyî 4 hezar koçberên ku di sala 2021'an de hewl dan bi rêya behrê xwe bigihînin Spanyayê jiyana xwe ji dest dane yan jî winda bûne.

Camînando Fronteras bîlançoya dramayên ku di encama gerînên lezgîn ên koçberan de an jî gerînên ku ji hêla xizmên wan ve bi jimareyên lezgîn ve hatine çêkirin, amade kir.

Li gorî saziya sivîl, di sala 2021’an de 4 hezar û 404 koçber dema hewl didan bi rêya behrê xwe bigihînin Spanyayê mirin an jî winda bûn. Bi navgînî her roj 12 koçber jiyana xwe ji dest dane.

Li gorî bîlanço ya hatî eşkerekirin, ji dema ku Camînando Fronteras di sala 2015’an de dest bi tomarkirinan kirî, sala 2021’an sala herî zêde mirina koçberan çêbûye ye.

Hema bêje hemû (ji sedî 94) cesedên koçberan nehatin dîtin. Ji ber vê sedemê di dema hesabkirinê de wek “wenda ye” hat tomarkirin.

Camînando Fronteras ragihand ku di sala 2020’an de 2 hezar û 170 koçber mirine yan jî winda bûne.

Hevnivîskarê rapora salane Maria Gonzalez Rollan hejmara miriyan wek “Hejmarên bi êş" anî ziman.

Rollan her wiha bal kişande ser zêdebûna hejmara koçberên jin û diyar kir ku di sala 2021'an de 628 jin û 205 zarok mirin an jî winda bûn.

Koordînatora Camînando Fronteras Helena Maleno jî "nebûna îmkanan" ji bo rizgarkirinê şermezar kir û bal kişande ser nebûna hevahengiyê ya ji ber nakokiyên dîplomatîk di navbera Spanya û Fasê de û her wiha berpirsiyariya qaçaxçîtiya "rêxistinên sûcdar".

Ev qeyrana ku ji ber pêşwaziya rêberê çalakvanên serxwebûna Sahraya Rojava ya li Spanyayê ya ji ber sedemên bijîşkî derket holê û ji ber ku rêveberiya Rabatê kontrola sînor sist kir bû sedema hatina zêdetirî 10 hezar koçberan di nîvê meha Gulanê de ya ji bo herêma Ceûta ya Spanyayê.

Li gorî amarên dawî yên Wezareta Karên Hundir a Îspanyayê, di sala 2021’an de herî kêm 37 hezar û 385 koçber gihiştine peravên Îspanyayê. Îspanya ji bo koçberên ku niha rêyên "neqanûnî" bikar tînin yek ji dergehên sereke yên Ewropayê ye.