Di navbera Talîban û artêşa Pakistanê de şer derket: 6 kes mirin

Di şerê ku di navbera artêşa Pakistanê û hêzên xwecihî yên nêzî Talîbanê ku li herêma Wezîristanê ya dikeve bakurê welat de 4 leşker û 2 endamên Talîbanê mirin.

Li gor daxuyaniya Wezareta Navxweyî ya Pakistanê, hêzên artêşê li herêma Mîr Elî ya Wezîrîstana Bakur li dijî endamên Tehrek Talîbana Pakistanê (TTP) ku bi nêzîkbûna xwe ya bi Talîbanê re tên naskirin, du operasyonên cuda lidar xistin.

Di operasyona yekem de 2 endamên Talîbanê hatin kuştin, di operasyona din de jî endamekî Talîbanê hat destgîrkirin û 4 leşkerên Pakistanî jî hatin kuştin.

Ev rêxistin ku di sala 2007’an de hatiye damezrandin, wek şaxê Talîbanê ya li Pakistanê tê bi navkirin. Di sala 2014’an de rêxistinê êrîşa li ser dibistana Peşawerê organîze kir û tê de nêzî 150 zarok hatin kuştin. Piştî vê êrîşê, artêşa Pakistanê hema hema li Wezîristana Bakur dest bi nêçîra mirovan kir û hêza TTP'ê bi awayekî berbiçav şikandibû.

Fikar heye ku rêxistin piştî ku Talîban li Afganistanê vegeriya ser desthilatdariyê, li Wezîristana Bakur çalakiyên xwe zêde bike.

TTP'ê ragihand ku di 10'ê Kanûnê de ji peymana agirbestê ya bi Pakistanê re vekişiyaye û di êrîşa li Quettayê pêkanî de 6 kes mirin û 13 kes jî birîndar bûn.