Li Yewnanistanê erd hejiya

Li Girava Gîrît a Yewnanistanê, di mezinahiya 5.7 pileyî erd hejiya.

Li gorî daxuyaniya Mala Çavdêriyê ya Yewnanistanên, erdhej saet di 04:08'an li başûrê bajarê Heraklîonê li qadeke deryayî ya bi 48 kîlometreyî li başûr rojhilatê Arvîsê qewimî.

Li gorî agahiyên destpêkê xisar nebûye, lê belê tîmên arkujiyê ji bo lêkolînkirina qadê kete nava liv û tevgerê.

Li gorî medya Yewnan, erdhejê bandor heta li Misrê jî kir.

Yewnanistan li ser gelek xetên sîsmîk e û timî erdhej lê diqewime.

Cotmehê li derya Egeyê bi mezinahiya 7 pileyî erd hejiya bû û li Tirkiyeyê 114 kesan jiyana xwe ji dest dabûn, zêdeyî hezar kes birîndar bûbûn. Li Yewnanistanê jî 2 zarok li girava Samosê jiyana xwe ji dest dabûn.