Li Kazakistanê di xwepêşandanan de bi dehan kes hatin kuştin

Li Kazakistanê, di dema xwepêşandanên ji bo şermezarkirina buhayê sotemeniyê de bi dehan çalakger hatin kuştin.

Li gorî ajansên nûçeyan ên Interfax-Kazakistan, TASS û Ria Novosti, berdevkê polîsên Kazakistanê Saltanat Azirbek got, "Hêzên alîgirê tundiyê doh bi şev hewl dan biavêjin ser avahiyên rêveberiyê, departmana polîsan a bajarê Almatî, her wiha departmanên xwecihî yên cuda û qereqolên polîsan."

Berdevk got, "Bi dehan êrişkar hatin bêbandorkirin. Agahiyên li ser nasnameyên wan têne tespîtkirin" û diyar kir ku li taxeke Almatî operasyona polîsan dewam dike.

Li gorî Wezareta Karên Hundir a Kazak herî kêm 8 hêzên ewlekariyê hatin kuştin û 317 jî birîndar bûn.

Ji dîmenên ku di medya û tevna dîjîtal de hatin weşandin, tê dîtin ku li Almatî gelek dikan hatine wêrankirin, hin avahiyên îdarî hatine şewitandin û dengê çekan tê bihîstin.

Moskowa û hevalbendên Rêxistina peymana Ewlekariya Kolektîf (CSTO) roja Pêncşemê ragihandin ku li ser daxwaza vê komara berê ya Sowyetê 'hêza parastina aştiya kolektîf' ji Kazakistanê re hatiye şandin.

Çalakiyên şermezarkirinê yên li dijî zêdekirina buhayê gaza petrolê (LPG) roja Yekşemê li bajarê Zhanaozenê dest pê kir Û piştre li seranserê Derya Xazarê li Aktav û paytext Almatî dewam kir.

Serokkomar Kasim Comert Tokayev roja Çarşemê diyar kir ku ji ber çalakiyên şermezarkirinê hikumet ji wezîfeyê girtiye. Li şûna Serokwezîr Askar Mamîn, alîkarê Serokwezîr Alîhan Îsmaîlov bi demkî hate wezîfedarkirin.

Li tevahiya welêt xetên înternetê û telefonê hatine birîn. Di asta neteweyî de rewşa awarte hatiye ragihandin.