Li Haîtî kaosa çeteyan

Li Haîtiyê 2 rojnamevanên ku şerê çeteyan dişopandin hatin kuştin.

Li Haîtiyê, şeş meh piştî kuştina serokkomar Jovenel Moise, li welêt ji nû ve kaosê rû da.

Li derdora paytext Port-au-Prince, rojnamevan Wilguens Louissaint û Amandy John Wesley dema ku şerê navbera çeteyan dişopand, hatin kuştin. Rojnamevanekî din ê bi wan re jî karî bireve û xwe rizgar bike.

Mehên dawî, serweriya çeteyan li gelek taxên Port-au-Prince belav bû.

Li qada Laboule 12 ya ku rojnamevan lê hatin kuştin, gelek çete ji bo serweriya xwe çêbike, bi hev dikevin.

Yekane rêya alternatîf a diçe başûrê welêt, ji meha Hezîranê û vir ve di bin kontrola yek ji çeteyên herî mezin ên Haîtî de ye.

Li vî welatê ku serweriya wê bi giranî di destê çeteyan de ye, mirovên ku nerazîbûnê nîşan didin têne revandin. Li gorî Navenda Lêkolîn û Analîzê ya Mafên Mirovan sala 2021'ê li welêt herî kêm 950 kes hatin revandin.

Polîsên Haîtî ku li hemberî çeteyan bi têra xwe çek û cebilxaneyên xwe nîne, ji Adara 2021'î û vir ve nekarî operasyoneke berfireh li dar bixe.

Di 12'ê Adarê de di serdegirtina taxekê de 4 polîs hatibûn kuştin û cenaze û çekên wan nehatibû bidestxistin.

Hin taxên paytext bi temamî li derveyî kontrolê ne. Nêzî 20 hezar kes ji van taxan reviyan. Polîs jî êdî dest li hin qadan wernade.