CÎHAN
Hemû Nûçe
-
Pentagon: Hejmara cismên nayên pênasekirin zêde bûye
Emerîkayê li ser cismên ku nayên pênasekirin, piştî 50 salan yekemcar civîneke taybet lidar xist. Di rûniştinê de hate gotin, "Bûyerên hewayî yên nayên pênasekirin" zêde bûne. -
Ajokarên li Îranê çalaki li dar xistin, hatin destgîrkirin
Li paytexta Îran Tehranê, bi dehan ajokar bi daxwaza zêdekirina mehaneya xwe ketin grevê û daketin qadan. Di roja duyemîn a çalakiyê de hêzên dewletê ajokar destgîr kirin. -
Piraniya nifûsa Erebistana Siûdî zêde qelew e
Ji sedî 59 ê nifûsa Qraliyeta Siûdî zêde qelew e yan jî pirsgirêka obezîteyê pê re heye. -
Demokratên Civakî yên Elman li NRW’ê têk çûn
Partiya SPD a Serokwezîrê Elmanya Olaf Scholz, di hilbijartinên eyaleta Bakurê Ren-Westfalya (NRW) bi ferqeke zêde, li paş CDU ya kevneparêz ma. -
Îran bi plansaziya firotina Ewropayê ya gaza xwe re mijûl e
Di demeke wiha ya ku ji ber şerê Ûkraynayê buhayê enerjiyê zêde bûye de, Îran, bi îhtimala ku wê gaza xwe bifiroşe Ewropayê re mijûl dibe. -
Zêdetirî 10 mîlyon kes li Sahelê di bin xeteriya birçîbûnê de ne
Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (CICR) hişyarî da ku zêdetirî 10,5 mîlyon mirov li Burkîna Faso, Malî, Nîjer û Morîtanyayê di bin xeteriya birçîbûnê de ne. -
Îsraîlê êrişeke hewayî li ser Sûriyê pêkanî: 5 kes mirin
Li gorî çavkaniyên hikûmeta Şamê, Îsraîlê li navenda Sûriyê êrîşeke hewayî pêk anî û di encamê de 5 kes hatin kuştin ku yek ji wan sivîl bû. -
Xwepêşandanên li dijî bilindkirina bihayê xwarinê li Îranê berfireh dibe
Di rojên dawî de li gelek bajaran li dijî bihabûna madeyên xwarinê li Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. -
Ji ber ziwatiyê qopik li ser pişta hêştirên Etiyopyayê namîne
Li hin herêmên Etiyopyayê zêdeyî 18 meh in baran nabare. Hêştir ji ber ku nikare têr xwarinê bixwe, qopikê xwe winda dike. -
Nûçegihaneke Filistînî hate kuştin
Rêveberiya qenala El Cezîre ragihand ku nûçegihana wan Şîrîn Ebû Aqle li Filistînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatiye kuştin. -
Li Srî Lankayê sîstem hilweşiya, kaos giran dibe
Li Srî Lankayê bi xwepêşandanên ku bi hefteyan dewam dikin re krîz girantir dibe. Sîstema ku xwe dispêre globalbûna bazirganiyê û ji aliyê klana Rajapaksa ve tê birêvebirin bi temamî hilweşiya ye. -
Îranê berteka çêkirina bendavê nîşanê dewleta Tirk da
Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emir Abdûllahiyan, bertek nîşanê dewleta Tirk da ku çima li ser sînorê di navbira her du welatan de li ber rûbar bendavan lê dike. -
Li girtîgeheke Ekvadorê şer qewimî: 43 kes mirin, 100 kes reviyan
Li girtîgeheke Ekvadorê, di şerê navbera çeteyan de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 girtî reviyan. -
Li Sûdan a Başûr nexweşiya kolerayê ji nû ve der bû
Li Sûdan a Başûr, piştî sala 2017'an careke din nexweşiya kolerayê der bû. Kesekî jiyana xwe ji dest da. -
Li peravên Sahra Rojava zêdeyî 40 koçber fetisîn
Li peravên Sahra Rojava ya li başûrê Fasê, keştiyek noqî binê avê bû. Hate ragihandin ku 44 koçberan jiyana xwe ji dest dane. -
Li Nîjeryayê çeteyan êrîşê sê gundan kir: Herî kêm 48 kes hatin kuştin
Çeteyan bi çekan êrîşî sê gundên Rojavayê Bakurê Nîjeryayê kir û di encama erîşê de herî kêm 48 kes hatin kuştin. -
Li Haîtîyê terora çeteyan
Haîtî her roj zêdetir xwe radestî çeteyan dike. Di şer û pevçûnên dawî yên di navbera du çeteyên dijber de li taxa bakurê paytextê herî kêm 75 kes hatin kuştin ku di nav wan de jin û zarok jî hene. -
Hevgirtina Siûdiyan bi dehan girtiyên Hûsî serbest berdan
Koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebistana Siûdî di çarçoveyeke wek ‘insanî’ pênase dike de, ragihand ku girtiyên Hûsî yên di destên xwe de berdane. -
Li Kubayê di otelekê de teqîn çêbû: Herî kêm 8 kes mirin, 30 kes birîndar bûn
Di encama teqîneke bihêz ya di otelek a paytexta Kuba Havanayê qewimî de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn. -
Li Sûdanê xwepêşanderek bi wesayîteke zirxî hat qetilkirin
Li bajarê Xartûm a paytexta Sûdanê, di dema çalakiya li dijî desthilata leşkerî de, wesayîteke zirxî ya hêzên girêdayî darbekaran, xwepêşanderek perçiqandin û qetilkirin. -
Li Iraqê bahoza tozê: 1800 kesan serî li nexweşxaneyan dan
Li herêmên cihê yên Iraqê ji ber pêla bahoza tozê 1800 kesan serî li nexweşxaneyan dan. -
Birçîbûn di asteke metirsîdar de zêde bûye
Sala 2021'ê li seranserê cîhanê di asta herî bilind de mirov ji xurekê bêpar man. Par li 53 welatan 193 milyon kes ji xwarin û xurekê bêpar man. -
Li Lîbyayê, komên ku dewlet wan fînanse dike, sûc dikin!
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Lîbyayê komeke milîs a ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin sûcên giran dike, mafên mirovan binpê dike û bêceza tê hiştin. -
Li Ermenistanê her ku diçe alozî zêdetir dibe
Welatiyên Ermenistanê û muxalefetê bi daxwaza îstifayê li dijî hikumeta Paşînyan meş û mîtîgeke girseyî lidar xist. Di meşê de car din nerazîbûnên li dijî mijara radestkirina Qerebaxa Jorîn ji Azerbaycanê re ku Paşîniyan ji vê tê sûcbarkirin hate ziman. -
Li gorî Rûsyayê leşkerên kirêgirtî yên Îsraîlê piştgiriya ‘Naziyan’ dikin
Li gorî Wezîriya Karên Derve yê Rûsyayê, Îsraîl ligel leşkerên kirêgirtî yên Moskova wana wek “nazî” pênase dike cih digire.