Îranê berteka çêkirina bendavê nîşanê dewleta Tirk da

Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emir Abdûllahiyan, bertek nîşanê dewleta Tirk da ku çima li ser sînorê di navbira her du welatan de li ber rûbar bendavan lê dike.

Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Îrnayê, Wezîrê Karên Derve yê Îranê Huseyîn Emir Abdûllahiyan li meclisê axivî  û got: ‘’Em li dijî çêkirina bendavê li ser ava sînor in ku Tirkiye çêdike. Nabe ku em qebûl bikin.“

Abdûllahiyan da zanîn ku di mehên dawîn de bi hevdîtinên rû bi rû yên li New York û Tehranê û axavtina bi Wezîrê Karên Derveyîn ên Tirkiyeyê re bi rêya telefonê wan herî kêm sê caran ev pirsgirêk aniye ziman û got: “ Wî bi taybetî jê (Wezîrê Karên Derveyîn ê Tirkiyeyê) xwestiye ku di çêkirina bendavan li ser rûbarê baldar bin.“

Rûbarê Erez ê digihîje Rûbarê Kûrayê bêyî ku bigîhije Behra Hezar jêderka xwe pêşî ji qûntarên bakurê sînorê bajar ê Erziromê û Çiyayên Çewligê yên Bakurê Kurdistanê digire.

Wezîrê Îranî, diyar kir ku li ser hevkariya mijara avê hevpeymanek nîn e di navbira Tehran û Enqereyê de û ev tişt got: “Lê wek cîran, li ser navê bûyîna bersiv ji şik û gumanan re me çar meh berê ji hikûmeta Tirk  xwest ku ji bo avê komîteyeke dualî bihê avakirin.“

Hem dewleta Tirk hem jî Îran, di salên dawîn de bi çêkirina gelek bendavan, bi taybetî ava li çar parçeyên Kurdistanê kêm kir. Dewleta Tirk, hem li dijî Başûr û Rojavayê Kurdistanê û hem jî li dijî Iraq û Îranê, avê wek çekekê bi kar tîne.

Bi taybetî çêkirina bendavê li ser Çemê Erezê, bandorê li xwegihandina avê ya Îranê dike.

Dewleta Iraq û Sûriyeyê ku çemên Dîcle û Feratê li hev par dikin, sala 1997‘an peymana li ser mafê bikaranîna avê ya Neteweyên Yekbûyî îmze kir, lê Tirkiye û Îranê îmze nekir.