Li Iraqê bahoza tozê: 1800 kesan serî li nexweşxaneyan dan

Li herêmên cihê yên Iraqê ji ber pêla bahoza tozê 1800 kesan serî li nexweşxaneyan dan.

Ji ber pêla bahoza tozê li parêzgehên cuda yên Iraqê herî kêm1800 kesan ji ber rewşa bêhntengiyê serî li nexweşxaneyan dane.

Li gorî ajansa fermî ya nûçeyan a Iraqê, ji ber pêla bahoza tozê ya ku li parêzgeha Bexda, Enbar, Kerkuk, Necef, Kerbela û Selehedîn belav bûye, tenê li Enbar û Necefê ji ber bahoza tozê zêdetirî 800 kesan ji ber bêhntengiyê serî li nexweşxaneyan dane.

Li parêzgeha Selehedîn bi heman sedemê 322 kes ji ber ku bêhna wan teng bûne û serî li nexweşxaneyê dane. Lê ti kesê jiyana xwe ji dest nedane.

Rêveberê Giştî yê Tenduristiya Parêzgeha Dîwaniyê Sebah Muslîm Zamlî ji ajansa fermî ya Iraqê re axivî û têkildarê pêla bahoza tozê ya li Iraqê ragihand ku ji ber bêhntengiyê 100 kesan serî li nexweşxaneyên Dîwaniyê dane.

Her wiha Nexweşxaneya Yermuke ya Lezgîn a Bexdayê ragihand ku şeva borî ji ber bêhntengiyê herî kêm 600 kesan serî li nexweşxaneyê dane.

Duh şev bahoza tozê gihişt Herêma Kurdistanê. Rêveberiya Herêmê ragihandibû ku pêla bahoza tozê li Hewlêr, dewrûberê Hewlêr, Germiyan û başûrê Silêmaniyê belav bûye. Her wiha destnîşankiribû ku li gorî pêşbîniyan wê îro heta êvarî berdewam bike.