Îran bi plansaziya firotina Ewropayê ya gaza xwe re mijûl e

Di demeke wiha ya ku ji ber şerê Ûkraynayê buhayê enerjiyê zêde bûye de, Îran, bi îhtimala ku wê gaza xwe bifiroşe Ewropayê re mijûl dibe.

Li gor Ajansa fermî ya Wezareta Petrolê ya Îranê Wezîrê Petrolê Mecîd Çegînî wiha gotiye: ‘’Îran bi vê mijarê re mijûl dibe lê hêj negihîştiye tu encamê.“ Çegînî diyar kir ku Îran her tim hewil dide ku dîplomasiya xwe ya enerjiyê bi pêş de bibe û bazara xwe berfereh bike.

Endustriya enerjiyê Îranê ya hatiye derketiye holê ku xwediyê rezervên gazê yên herî mezin yek jê ye, ji sala 2018‘an û bi vir de rû bi rûyê kirinên nû yên DYE’yê ye. Serokê demê yê DYE’yê Donald Trump, ji peymana nukleer a 2015an hat îmzekirin xwe yek alî jê vekişand û dest bi sepandina kirinên nû li ser Îranê kiribû.

24‘ê Sibatê bi şerê Rûsyayê ye bi Ûkraynayê re bihayê petrol û gazê pir zêde bû. Gelek welatên Ewropayê di mijara enerjiye de bi hewceyê Rûsyayê ne.

Bi daxuyaniya Ûkraynayê ya roja Çarşemiyê belav kir re rewş yekcar giran bû. Kîevê ragihand ku Rûsyayê bi rêyeke navendî a kilît a li rojhilatê Ûkraynayê teslîmkirina gazê daye rawestandin.

Yekîtiya Ewropayê, sala çûyî ji Rûsyayê 155 milyar metrekup gaz ji Rûsyayê kirî.

Wezîrê Îranî Çegînî jî got; rast e ku wan çend hefte berê di navbira Tehran û Bexdayê de protokoleke lihevkirinê îmze kiriye. Bi vê protokole îxracata Îranê ji bo Iraqê zêde dibe.