Ajokarên li Îranê çalaki li dar xistin, hatin destgîrkirin

Li paytexta Îran Tehranê, bi dehan ajokar bi daxwaza zêdekirina mehaneya xwe ketin grevê û daketin qadan. Di roja duyemîn a çalakiyê de hêzên dewletê ajokar destgîr kirin.

Xebatkar û ajokarên otobêsan ên şirketa Veguhastinê ya Tehranê, negirtina rêzê ji bo biryara Desteya Kar a Bilind protesto kir.

Ajokarên grev kirin, daketin qadan û ji sedî 10 daxwaza zêdekirina mehaneya xwe kirin. Di çalakiyên 16 û 17’ê Gulanê hatin lidarxistin de diruşmeyên Şaredarê Tehranê protesto dikin, hatin berzkirin. Daxwaza berdana dev ji kar a şaredar jî hat kirin.

Li gor medyaya herêmî ajokarên roja duduyan li ber Şirketa Veguhastinê kom bûn hatin destgîrkirin.

Hikûmetê, 9’ê Gulanê ji bo serî derxistina bi zehmetiyên aborî re hin tevdîr ragihandin. Tevdîrên sereke yên hatin girtin, rakirina piştgirtiya ji bo genim û zedebûna rûn û çend madeyên din e.

Piştî danxuyakirinê û pê de bihayê rûn hema bibêje çar qat zêde bû, bihayê mirîşk û hêkan jî bû du qat.

Piştî ragihandina tevdîran, li seranserê welat li dijî zeman çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin

Roja şemiyê wekîl Ahmed Avayî yê nêzê derdorên sendîkayî, da zanîn ku di xwepêşandanan de kesek hatiye kuştin, lê çawa û kengê hatiye kuştin aşkere nekir.

Aboriya Îranê, bi taybetî ji kirinên Emerîkayê yên dane ser bi dijwarî bi bandor dibe. Li gor daneyên fermî, enflasyon nêzê ji sedî 40 e.