Piraniya nifûsa Erebistana Siûdî zêde qelew e

Ji sedî 59 ê nifûsa Qraliyeta Siûdî zêde qelew e yan jî pirsgirêka obezîteyê pê re heye.

Li gorî daneyên Wezareta Tenduristiyê, ji sedî 59 ê nifûsa Erebistana Siûdî zêde qelew e yan jî obez e.

Li gorî van daneyan ku li rûpela destpêkê ya rojnameya El Yevm hate weşandin, ji sedî 6 ê zarokên beriya dibistanê (Ji 3 heta 6 salî) û zêdeyî ji sedî 9 ên zarokên dema dibistanê zêde qelew e.

Arab Newsê jî Mijdara derbasbûyî ragihandibû ku Erebistana Siûdî yek ji wan welatan e ku herî zêde obez lê hene.

Rojnameya Siûdî maliyeta vê pirsgirêka tenduristiya gel salane bi 19 milyar dolarî nirxandibû.

Li gorî rojnameyê eger ev pirsgirêk neyê çareserkirin, ev hejmar heta sala 2060'î dikare gelekî zêde bibe.

Piraniya petromonarşiyên li kendavê, bi taybetî ji ber 'tebîetên xwe yên xwarinê, razanê" û tevnedanê di heman rewşê de ne.