Li Haîtîyê terora çeteyan

Haîtî her roj zêdetir xwe radestî çeteyan dike. Di şer û pevçûnên dawî yên di navbera du çeteyên dijber de li taxa bakurê paytextê herî kêm 75 kes hatin kuştin ku di nav wan de jin û zarok jî hene.

Neteweyên Yekbûyî di daxuyaniyeke nivîskî de ragihand ku ji dawiya meha Nîsanê û vir ve li taxên bakur ên paytext Port-au-Prince di pevçûnên di navbera du çeteyên dijber de herî kêm 75 kesan jiyana xwe ji dest dane. Neteweyên Yekbûyî agahî parve kir ku heta niha 68 kes birîndar bûne.

9 HEZAR KESAN MALÊN XWE TERK KIRIN

Li van taxên ku ji bo çeteyan bûne herêmên şer, herî kêm 9 hezar kes neçar man ku malên xwe biterikînin û li malên xizmên xwe an jî li stargehên demkî yên wekî dêr û dibistanan cih bigirin.

Bi dehan sal in çeteyên çekdar li taxên paytext serdest in. Lê bi piranî li herêmên kêmderfet girtî ne, komên çete ji payîza 2020’an ve kontrola xwe li bajar û welat pir zêde kirine, kuştin û revandina mirovan zêde kirine.

LI SER ZAROKAN ÎSTÎSMARA ZAYENDÎ YA KOMÎ PÊK TÊ

NY’ê bertek nîşanî ‘tundiya zêde’ a di pevçûnên navbera çeteyan de pêk tê da û bal kişand ser agahiyên çavkaniyên herêmî yên "kiryarên şîdeta zayendî, di nav de destavêtina komî ya li dijî zarokên 10 salî, pêk hatin." Neteweyên Yekbûyî bersiv da ku ev pêkanîn bi armanca terorkirin û tirsandina civakê tên kirin.

ZAROK NIKARIN BIÇIN DIBISTANÊ

Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî UNICEF jî der barê encamên serdestiya çeteyan a li ser perwerdeyê hişyar kir.

UNICEF'ê roja Înê daxuyaniyeke nivîskî weşand û got, "Li Haîtîyê ji ber şîdeta çeteyan 500 hezar zarok ji perwerdeyê bê par mane. "

Nûnerê UNICEF'ê yê Haîtîyê Bruno Maes diyar kir ku niha li herêma Port-au-Prince nêzî 1700 dibistan girtî ne û got, "Di dema gulereşandinê de tu zarok nikare biçe dibistanê, ev xeternak e û ne hewce ye ku wisa be."

ZAROKAN TEVÎ ÇETEYAN DIKIN

Di daxuyaniyeke din de Neteweyên Yekbûyî diyar kir ku çete zarokan jî dikin leşker. Neteweyên Yekbûyî bertek nîşan da ku ev yek îstîsmara herî giran e.

Desthilatdariya çeteyan a li taxên xizan jî, Rêxistina Bijîşkên Sînornenas neçar kir ku nexweşxaneya ku 15 sal in lê dixebitî, bigire.