Hevgirtina Siûdiyan bi dehan girtiyên Hûsî serbest berdan

Koalîsyona Ereban a bi pêşengiya Erebistana Siûdî di çarçoveyeke wek ‘insanî’ pênase dike de, ragihand ku girtiyên Hûsî yên di destên xwe de berdane.

Li gorî ajansa nûçeyan a SPA ya Siûdî ku Koalîsyona Ereban wek palpişt nîşan dide, Balafira destpêkê ya girtiyên Hûsî yên “Di çarçoveya hewildaneke insanî ya Siûdî de hatine berdan” tê de, ber bi Yemenê ve bi rê ketiye.

Televizyona Siûdî El Ehberiye da zanîn ku balafir bi 40 girtiyên tê de daketiye Adenê ya li başûrê Yemenê.

Hat diyarkirin ku ji bo nêzîkê 100 girtiyên hatine berdan, ji aliyê Komîteya Xaça Sor ve sê balafir hatine kirêkirin û wê her sê balafir ji balafirgeha Abha ya li rojavayê başûrê Erebistana Siûdî bi rê bikeve û hat ragihandin ku rêwiyên têde hemû di dema şerê Yemenê de hatine dîlgirtin in.

Hat ragihandin ku yên serbest hatine berdan wê ber bi Sana ya di bin kontrola Aden û Hûsiyan de ye werin birêkirin.

Koalîsyonê dawiya meha Nîsanê, dabû zanîn ku wê ji bo piştgiriyê bide agirbesta ku ji 2’yê Nîsanê ve di meriyetê de ye ew ê 163 girtiyên Hûsî berdin.

Sala 2014’an piştî ku Sanayê kete bin kotrola Hûsiyan, şerekî dijwar destpê kiribû. Li aliyekî hêzên bi piştgiriya hikûmeta Erebistana Siûdî, li aliyê din jî Hûsiyên bi piştgiriya Îranê hene.

Li gorî Neteweyên Yekbûyî 227 hezar kes ji ber encamên ne yekser ên şer ên mîna bê aviyê, birçîbûn û nexweşiyan bi giştî 337 hezar kes di vî şerî de jiyana xwe ji dest dane. A niha qeyrana mirovî ya herî giran a cîhanê li Yemenê diqewime.