Li Nîjeryayê çeteyan êrîşê sê gundan kir: Herî kêm 48 kes hatin kuştin

Çeteyan bi çekan êrîşî sê gundên Rojavayê Bakurê Nîjeryayê kir û di encama erîşê de herî kêm 48 kes hatin kuştin.

Çeteyan bi çekan êrîşî sê gundên eyaleta Zamfar a Rojavayê Bakurê Nîjeryayê kir. Yek ji rayedarên navçeya Bûkara Aminu Soleiman, di daxuyaniya ku da AFP’ê de diyar kir ku çeteyan li sê gundan (Damrî, Garîn û Kalahe) bi giştî 48 kes kuştine.

Gundê ku herî zêde bandor lê bûye, Damrî ye. Li vî gundî 32 kes hatine qetil kirin.

Soleiman wiha got: “Kesên bi çek êrîşê nexweşxaneyeke Damriyê kirin, nexweşên ku derman dibûn qetil kirin, 2 ewlekar kuştin û wesayîteke polîsan şewitandin.”

Hat zanîn ku bi hatina cihê bûyerê ya leşkeran, çeteyan sewal û dexil û danê ku desteser kirine li pey xwe hiştine û reviyane.

Tevî ku operasyonên leşker û efûyên ku rayedaran kirine, li vê navenda herî qerebalix a bakurê rojavayê Efrîkayê li ser hev êrîş tên kirin.

Di 2 mehên dawîn de çeteyan êrîş bir bi ser trêneke ku ber bi paytexta Abûjayê ve diçû, di encama êrîşê de çeteyan bi dehan rêwî revandin, zêdeyê gundî û hema bibêje 10 endamên rêxistina ‘parastina rewa’ kuştin.