Demokratên Civakî yên Elman li NRW’ê têk çûn

Partiya SPD a Serokwezîrê Elmanya Olaf Scholz, di hilbijartinên eyaleta Bakurê Ren-Westfalya (NRW) bi ferqeke zêde, li paş CDU ya kevneparêz ma.

Di hilbijartinên parlamentoya NRW’ê de li gorî encamên destpêkê Partiya Demokrat a Civakî (SPD), nêzî ji sedî 28’ê dengan standin e û ji sedî 35 jî demokratên Xirîstiyan (CDU) girtine.

Sala 2017an CDÛ’yê bû desthilat li NRW ya bi dehan salan wek keleha demokratên civakî bû.

SPD hefteyek berê li eyaleta Schleswig-Holsteinê jî têk çû. Li gel vê, di hilbijartinên asta federal de dibe ku bi Partiya Keskan re tifaqê bike. Anket nîşan didin ku Kesk piştgiriya hilbijêr gelek zêde kiriye û kiriye ji sedî 18’an.

Li eyaleta NRW’yê bajarên giring ên wek Koln, Bonn, Dusseldorf, Essen û Dortmund cih digirin. Li herêma xwedî nifûs û pîşesaziya herî zêde, bang li 13 milyon hilbijêran hat kirin ji bo ku biçin ser sindoqan.

Ji hilbijartinên li NRW’ê jî dihê diyarkirin ku ‘hêza diyarker’ partiya ekolojîstan e.

CDÛ di 5 salîn dawîn de 7 puan ji dest xwe bir

CDU bi bawerkirina FDP’ya lîberal a ku di pênc salên dawîn de 7 puan ji dest çûn û rêjeya dengên hat ser 5.5’ê, nabe desthilata eyalete. Bi encamên hilbijartinê careke din derket holê ku belavbûna rastgirên AFD’ê li rojavayê welêt zehmet e. Dengên partiya rastgir li ser ji sedî 5,5’ê  ma.