Li girtîgeheke Ekvadorê şer qewimî: 43 kes mirin, 100 kes reviyan

Li girtîgeheke Ekvadorê, di şerê navbera çeteyan de herî kêm 43 kesan jiyana xwe ji dest dan, zêdeyî 100 girtî reviyan.

Buroya Serdozgeriyê li ser Twitterê daxuyaniyek da û got, "Herî kêm 43 girtî mirin."

Wezîrê Karên Hundir Patricio Carrillo jî bi civîneke çapemeniyê diyar kir ku 41 kes mirine.

Şer li girtîgeha Bellavista ya li eyaleta Santo Domingo de los Tsachilasê qewimî ku bi 80 kîlometreyî li rojavayê paytext Quito ye.

Wezaretê diyar kir ku endamên tu çeteyên dijberê hev sibeha 9'ê Gulanê bi hev ketine.

Polîsan ragihandin ku di dema şer de zêdeyî 100 girtî reviyane.

Li girtîgehên Ekvadorê şerê navbera çeteyan timî diqewime. Ji meha Sibatê û vir ve nêzî 350 girtî ji ber vî şerî mirin.

Şerê herî dawî destpêka meha Nîsanê qewimî bû û 20 girtî miribûn. Hinek ji wan bi rengekî hovane hatibûn parçekirin û qetilkirin.