Pentagon: Hejmara cismên nayên pênasekirin zêde bûye

Emerîkayê li ser cismên ku nayên pênasekirin, piştî 50 salan yekemcar civîneke taybet lidar xist. Di rûniştinê de hate gotin, "Bûyerên hewayî yên nayên pênasekirin" zêde bûne.

Kongreya Emerîkayê piştî 50 salî yekemcar li ser 'bûyerên hewayî yên nayên pênasekirin' civîneke li raya giştî vekirî lidar xist.

Rayedarekî Pentagonê li pêşiya endamên Kongreyê got, di nava bîst salan de hejmara 'cismên nayên pênasekirin' zêde bûye.

Alîkarê Midûrê Îstîxbaratê yê US Navy Scott Bray jî got, "Me tespît kir ku ji destpêka salên 2000'î û vir ve hejmara cismên bêdestûr û nayên pênasekirin zêde bûye."

Li gorî rayedar, ev zêdebûn ji ber 'hewldanên hêja' yên artêşa Emerîkayê ye, ku li ser ragihandina çavdêriyên xwe û teknolojiyê ve bi pêş ve çûye.

Bray ji bo vê fenomenê got, "Li ser nîşaneya ku ne ji cîhanê ye" wan tiştek tespît nekirine, lê belê vê îhtimalê jî ji nedîtî ve nayên.

Di Hezîrana 2021'ê de di raporeke îstîxbarata Emerîkayê de hatibû ragihandin ku li ser hebûna hebûneya ji derveyî cîhanê ti delîl nehatine bidestxistin, lê belê bi dehan bûyerên nikarin bêne pênasekirin ji aliyê pîlotên leşkerî ve hatine dîtin.

Tê gotin, hin ji van bûyerên hewayî yên nayên pênasekirin ji ber droneyên ji bo tevlîhevkirina sîstema radarê ya artêşa Emerîkayê yan jî ji ber çivîkan e. Her wiha tê îdîakirin ku hin ji wan jî testên teknolojîk ên leşkerî yên Çîn an jî Rûsyayê ne.