Birçîbûn di asteke metirsîdar de zêde bûye

Sala 2021'ê li seranserê cîhanê di asta herî bilind de mirov ji xurekê bêpar man. Par li 53 welatan 193 milyon kes ji xwarin û xurekê bêpar man.

Rewşa heyî ya dramatîk, tê payin ku bi şerê Ûkraynayê re girantir bibe.

Par ji ber şer, krîzên avhewa û aboriyê nêzî 40 milyon kesên din di asteke metirsîdar de ji xurekê bêpar man û bi vî rengî hejmara mirovên ku madeyên xwarinê bi têrkerî bi destê wan nakeve gihîşt 193 milyon kesî. Ji bo karibin bijîn, pêwîstiya wan bi alîkariya lezgîn heye.

Tevna Cîhanê ya li ser krîzên xwedîkirinê li ser mijarê hişyarî da. Tevna navborî sala 2016'an ji aliyê Rêxistina Çandinî û Xurekê ya Neteweyên Yekbûyî (FAO), Bernameya Xurekê ya Cîhanê (WFP), Yekîtiya Ewropa û gelek rêxistinên civakî yên sivîl ve hate avakirin û bi giştî 17 aktor di nav de hene.

17 aktorên tevnê li ser bêparmayina ji xurekê ya li asta navneteweyî, bi kategoriyên ji asta 3 û 5'an vegot. Ev vegotin jî ji kategoriyên 'krîz', 'rewşa lezgîn' û 'afet'ê pêk tê.

Li gorî aktorên tevnê, ji sala 2018’an û vir ve hejmara mirovên ku xwarin û xurek bi destê wan nakeve, her sal zêde dibe û di sala 2021’an de gihîştiye asta rekorê.

Şerê Ûkraynayê ku meha Sibatê destpê kir, fikaran bi xwe re tîne ku welatên mîna Somalî yên ji aliyê genim an jî zibil ve bi Rûsya û Ûkraynayê ve girêdayî ne, bikevin rewşeke giran. Ji xwe niha li Kevana Efrîkayê ziwabûneke mezin heye.

Li gorî texmînên sala 2022'an ên li ser 42 welatan hatiye kirin, îsal ji 179 milyon kesî heta 181.1 milyon kesî, mirov wê ji xurekê bêpar bimînin.

FAO'yê diyar kir ku şerê li Ûkraynayê têkiliya bi hev re ya sîstema xurekê û metirsiya li ser vê sîstemê radixe pêş çavan û hişyarî da ku bendewariyên ji bo paşerojê baş nîne.

Rêveberê Giştî yê FAO Qu Dongyu roja Çarşemê di dema pêşkêşkirina raporê de got: "Tiştê ku em îro dibînin nayê qebûlkirin (…), divê em domdariya pergalên xwarinê, nemaze ji bo yên herî mexdûr misoger bikin."

Dongyu got, "Divê kes li paş nemîne, divê em ne tenê encaman, di heman demê de sedemên bingehîn ên pirsgirêkê jî çareser bikin."

Zêdetirî nîv mîlyon mirovên li Etiyopya, Sûdana Başûr an Madagaskarê pêwîstiya xwe bi wê yekê heye ku pêşî li têkçûna çavkaniyên wan ên debarê bê girtin. Li van welatan ji sala 2016'an û vir ve hejmara kesên ku pêwîstiya wan bi çalakiya lezgîn heye çar qat zêde bûye.

Li gorî FAO'yê, ev rêjeya ku sala 2021'ê zêde bûye, ji ber şer, bûyerên meteorolojîk ên giran û krîza aborî pêk hatine.

Welatên Komara Kongo ya Demokratîk, Etiyopya, Efganistan û Yemen ku krîzên siyasî û mirovî lê hene, ew welat in ku herî zêde ketine bin bandora vê pirsgirêkê. Şer hîn jî sedema bingehîn e ku 139 milyon mirov birçî bimînin.

Zor û zehmetiyên ji ber şewba Covîd-19 rû dan, 30.2 milyon mirov di asteke giran de birçî hişt.

Pispor li ser hişkesaliyê, şerê li Ûkraynayê û krîzên li Efrîkayê hişyariyê didin.

Di destpêka Nîsanê de, hin welatan soz dabûn ku wê alîkariya xurekê ya ji bo Sahel û Rojavayê Efrîkayê bikin 1.79 milyar Euro.

Lê belê li gorî FAO'yê, ji bo hilberîn bê zêdekirin û çandinî bê xurtkirin, pêwîstî bi 1.5 milyar dolarî heye.

Dîrektorê WFP’ê Davîd Beasly di vê mijarê de got, "Di bankan de çareserî û pere hene: Divê em wan bikar bînin da ku ewlehiya gerdûnî misoger bikin."