Ji ber ziwatiyê qopik li ser pişta hêştirên Etiyopyayê namîne

Li hin herêmên Etiyopyayê zêdeyî 18 meh in baran nabare. Hêştir ji ber ku nikare têr xwarinê bixwe, qopikê xwe winda dike.

Li Etiyopyayê ziwatiyeke giran heye. Li hin herêman zêdeyî 18 mehin bi dilopekê jî baran nebariya ye.

Ziwatî bandoreke giran li faûna Etiyopyayê dike.

Bi taybetî bandorê li hêştiran dike. Qopikên hêştiran ku heta 15 kîloyan don tê de ye û depoyeke xurekê ya rasteqîn e, ji ber ku xwarin nîne hêştir bixwe, roj bi roj biçûk dibe yan jî bi temamî ji holê radibe.

Ev yek asta ziwatî û nebûna avê radixe pêş çavan.

Li gorî rapora dawî ya panela avhewayê ya navbera hikumetan (IPCC) a ser bi Neteweyên Yekbûyî ve, ziwatiya li rojhilatê Efrîkayê di nava 15 salan de bi du qatî zêde bûye.

Hêştirên ku sê hefteyan bêyî xwarinê bixwe dikarin îdare bikin, bûne mexdûrê ziwatiyê ye.

Li vî welatî ku nifûsa xwe ya koçeran bi giranî sewalkariyê dike, ev rewş weke felaketekê tê nirxandin. Li Etiyopyayê, hêştir li gel şîr û goşt, her wiha weke amûreke barhilgiriyê jî têne bikaranîn.

Li gundê Hargududo yê li herêma Somalî ya Etiyopyayê beşeke mezin a hewayên 200 malbatên nîv koçer, ji ber ziwatiyê mirin.

Ji dawiya sala 2020'î û vir ve li welatên cîran li Somalî û Kenyayê jî qet baran nebariya. Felaketa mirovî ya li Etiyopyayê li felakarea şerê li herêma Tîgrayê zêde bû.

Saziya pêşveçûn û alîkariyê ya Emerîkayê (USAID) ji sala 2012'an û vir ve di mijara ziwatiyê de hişyariyan dike. Li gorî lêkolîna USAID'ê, li herêmên başûr ên Etiyopyayê li gorî salên 1970'î ji sedî 15 heta 20'î kêm baran dibare. Ev yek jî dibe sedem ku qadên çandinî û sewalkarî lê têne kirin kêm dibe.