Li Sûdanê xwepêşanderek bi wesayîteke zirxî hat qetilkirin

Li bajarê Xartûm a paytexta Sûdanê, di dema çalakiya li dijî desthilata leşkerî de, wesayîteke zirxî ya hêzên girêdayî darbekaran, xwepêşanderek perçiqandin û qetilkirin.

Komîteya Navendî ya Bijîjkan a Sûdanê ku komeke alîgirê demokrasiyê ye, roja Pêncşemê ragihand ku xwepêşanderek yê nehat naskirin "bi wesayîteke zirxî ya hêzên ku piştgirî didin derbeyê ve hatiye perçiqandin."

Hat ragihandin ku ew çalakvan di dema xwepêşandanê ku ber bi qesra serokkomariyê ya li Xartûmê hat lidarxistin de hatiye qetilkirin.

Ji derbeya 25’ê Cotmehê û şûnde li paytext û bajarên din li dijî rejîma General Abdulfetah El Burhan berdewam xwepêşandan tên lidarxistin. Hejmara kesên ku heta niha hatine kuştin derket 95’an.

Bi sedan kes tevlî xwepêşandana roja Pêncşemê bûn û bang li leşkeran kirine ku vegerin baregehên xwe.

Çalakger bertek nîşanî desteserkirina leşkerî ya siyaset û aboriyê didin. Ev 66 sal in ku Sûdan ji serxwebûna xwe û şûnde hema hema bênavber di bin kontrola leşkerî ya daîmî de ye.

Sûdan ku yek ji welatên herî xizan ê cîhanê ye, ji ber derbeyê ji alîkariya navneteweyî ku ji sedî 40’ê dahata wê ye bêpar ma.