Li Kubayê di otelekê de teqîn çêbû: Herî kêm 8 kes mirin, 30 kes birîndar bûn

Di encama teqîneke bihêz ya di otelek a paytexta Kuba Havanayê qewimî de herî kêm 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 30 kes jî birîndar bûn.

Di daxuyaniya Serokomartiyê ya li ser Twitterê hat dayin de hate gotin, “Heta niha 8 kesan jiyana xwe ji dest dane, derdora 30 kes jî rakirine nexweşxaneyê.”

Teqîn li otêla Saratoga ku 96 ode, 2 xwaringeh û hewzeke li ser banê wê heye ku wek otêla pênc stêrk tê binavkirin, pêk hat.

Rûyê pêşî yê otelê zirareke mezin dît. Li gorî delîlên destpêkê tê gotin ku teqîn ji ber gazê çêbûye.

Ji ber bandora teqînê gelek wesayitên li derdorê xiste rewşekê ku nayên bikaranîn. Di salên dawî de, otelê kesên navdar ên wekî Madonna û Beyonce pêşwazî kiribû.