Zêdetirî 10 mîlyon kes li Sahelê di bin xeteriya birçîbûnê de ne

Komîteya Xaça Sor a Navneteweyî (CICR) hişyarî da ku zêdetirî 10,5 mîlyon mirov li Burkîna Faso, Malî, Nîjer û Morîtanyayê di bin xeteriya birçîbûnê de ne.

Serdema di navbera du demên hilberînan de, dema ku rezervên madeyên xwarinê hema hema bi tevahî hatine mezaxtin re tê gotin.

CICR'ê di daxuyaniya xwe de bal kişande ser bandora krîza madeyên xwarinê ya ku ji ber şer her ku diçe girantir dibe.

Di daxuyaniyê de hat hişyarkirin ku li van welatan zêdetirî 10,5 milyon kes di bin xeteriya birçîbûnê de ne.

Li gorî heman çavkaniyê, ji ber şeran herî kêm 2 milyon kes li Burkîna Faso, Malî, Nîjer û Morîtanyayê koçber bûne. 70% ji van li Burkîna Faso ne. Li Burkîna Faso, ji sedî 10’ê nifûsê, ango 1,8 mîlyon mirov, li derveyî malên xwe di nava lêgerîna ewlehiyê de dijîn.

CICR’ê ev hişyarî da, “Nifûsa ku jixwe qels bûye, dema ku tên neçarkirin ku bilivin, dikevin rewşeke pir bê parastin. Tevahiya civakê ku êdî negihêjin axa xwe da ku xebatên çandiniyê yan sewalkariyê bikin, bi taybetî ji bo xwarin û avê ji bo ku bijî tê rewşekê ku bi alîkariyê ve girêdayî be.”

Tê diyarkirin ku ji ber nebûna jîngeheke ewle, bi milyonan mirov li herêmên ku alîkariyên mirovî lê nayên şandin dijîn.

Hat ragihandin ku di serî de li Burkîna Faso, şêniyên bajarên wekî Pama, Mansîla, Kelbo, Madjoarî û Cîbo bi rewşeke dramatîk re rû bi rû ne.

CICR’ê got, “Şîdeta li Sahelê ne tenê krîza xwarinê giran dike, di heman demê de ew bi giştî di bingeha krîzê de cih digire. Rewş krîtîk e û ger hewldanek hevgirtî neyê kirin da ku alîkariya bi mîlyonan mirovên ji rewşê bandor bûyî bê dayin; dibe ku qonaxa di navbera her du demên hilberînan de bibe karesat.”

Herêma ku di bin bandora neyînî ya germahiya global de ye jî , ziwabûna herî dijwar a van deh salên dawî dijî.

Nîjer û Morîtanya li gorî navgîna pênc salên borî kêmtir ji sedî 40 pêdiviyên xwarinê hilberandin. Li Malî ji sedî 15 û li Bûrkîna Faso jî ji sedî 10 kêmbûn çêbû.

Li Morîtanyayê li herêmên ku ji ber şewata daristanan û ziwabûnê hilberîna bîomasê ji sedî 80 kêm bûye.

Zêdetirî 80 ji sedî yê nifûsa Sahelê ji bo bijîn, bi çandiniyê ve girêdayî ye û dema ku şîdet li herêmek zêde dibe, mirov bi giştî neçar dibin ku birevin. Li gorî CICR’ê wekî encam, çandinî nema dikarin werin domandin, parastin an berhev kirin, ev jî hemû civakan dixe bin xeteriya bêewlehiya cidî ya xwarinê û heta birçîbûnê.

Di Daxuyaniyê de her wiha ev hat gotin: “Alîkarî divê bigihîje her kesê hewcedar û bi rengekî ku rageşiyê ne ku zêde, belku kêm bike. Pêwîste rêxistinên mirovî karibin bi azadî û ewlekarî li van derdoran bixebitin.”