Nûçegihaneke Filistînî hate kuştin

Rêveberiya qenala El Cezîre ragihand ku nûçegihana wan Şîrîn Ebû Aqle li Filistînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatiye kuştin.

Qenala televîzyonê, ku navenda wê li Qatarê ye, ragihand ku nûçegihana wan Şîrîn Ebu Aqle li wargeha Cenîn a li rojavayê Filistînê ji aliyê leşkerên Îsraîlê ve hatiye kuştin.

Tê gotin di heman êrişê de nûçegihanê rojnameya Qudis Elî Semudî jî birîndar bûye.

Şîrîn Ebu Aqle di sala 1981’an de li Qudsê ji dayîk bû, nişteciha Ramala bû. Li zanîngeha Zanist û Teknolojiyê ya Urdinê koleja Endezyarî temam kir. Piştî wê li Urdinê beşa rojnamevanî xwendiye.

Piştî zanîngehê temam kir, vegeriya Filistîn û di radyoya dengê Filistîn, kanala Eman, Saziya Miftah û radyoya Montîkarlo de kar kir. Di sala 1997’an de bû karmenda qenala El Cezîre û kar dikir.