Xwepêşandanên li dijî bilindkirina bihayê xwarinê li Îranê berfireh dibe

Di rojên dawî de li gelek bajaran li dijî bihabûna madeyên xwarinê li Îranê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Bihayên nan û makarna ku hê jî li Îranê gel dikaribû bikirin, di 5’ê Gulanê de bi carekê bilind bû.

Li gorî rojnameya fermî ya Baharê, di 8 mehên dawî de nirxê birinc ji sedî 130 zêde bûye. Nirxê rûnê xwarinê hema bêje çar qat zêde bû.

Serokomar Îbrahîm Reîsî bi hêceta ku pêşî li tengasiyen aborî bigire, di nava hefteyê de rêze tedbîrek ragihand. Di destpêka van tedbîran de rakirina alîkariya genim û zêdekirina nirxê hin madeyên wekî rûnê heye.

Bihayê rûnê ji dema ragihandina Reîsî heta niha çar qat zêde bûye û bihaya hêk û mirîşkê jî du qat zêde bûye.

Piştî daxuyaniyê li gelek bajaran çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin.

Di dema ku ji hemû derdoran gel banga çalakiyê dikir, li Xûzistanê çalakiyên protestoyî hatin lidarxistin. Li bajêr înternet hema bêje bi temamî hatiye qutkirin, marketek (dikan) ji aliyê çalakgeran ve hate hedefgirtin.

Li gorî nûçeya ajansa fermî ya ÎRNA, di du rojên dawî de bi sedan kes daketin qadan.

Li bajarên Dezfûl û Yasûcê yên li başûrrojavayê welat zêdeyî 20 kes hatin destgîrkirin.

Li Tehranê û gelek bajarên din xwepêşandan hatin lidarxistin.