Li Srî Lankayê sîstem hilweşiya, kaos giran dibe

Li Srî Lankayê bi xwepêşandanên ku bi hefteyan dewam dikin re krîz girantir dibe. Sîstema ku xwe dispêre globalbûna bazirganiyê û ji aliyê klana Rajapaksa ve tê birêvebirin bi temamî hilweşiya ye.

Pirsgirêkên giran kirin ku welat bixitime. Di encama çalakiyên şermezarkirinê de Mahinda Rajapakse ku ji sala 2019'an ve Serokwezîr bû, roja 9'ê Gulanê îstifa kir û reviya.

Di çalakiyên şermezarkirinê de roja Duşemê 8 kes mirin, 230 kes jî birîndar bûn. Xisar li 65 avahiyan bû ku 41 jê hatin şewitandin, 88 wesayit, otobusek hatin îmhakirin.

Desthilatdarî ji roja Înê û vir ve welêt bi rewşa awarte bi rê ve dibe. Erkên berfireh ji artêşê re hate dayin. Wezareta Parastinê li dijî xwepêşandêran fermana 'lê bide' da hêzên ewlekariyê.

Ji 9'ê Nîsanê û vir ve gel li qada pêşberî buroya serokkomariyê bi şev nobedê digire. Li qada ku kon hatine vedan nîqaş tên kirin û tim û tim daxwaza îstifaya Serokkomar Gotabaya Rajapakse tê kirin.

Li vî welatê ku ji aliyê klana Rajapakse ve tê birêvebirin, sîstem bi temamî hilweşiya ye. Li ser paşerojê tabloyeke diyar nîne.

Halbûkî Srî Lanka ji destpêka sedsalê û vir ve mezin dibû. Di sala 2000'î de hatineya navxweyî ya ne safî ji bo kesekî bi 2.3 qatî ji Hindistanê, bi 3 qatî jî ji Bangladeşê zêdetir bû.

Gelek sedemên vê krîza civakî, siyasî û aborî hene. Rabirdûyeke siyasî ya cihê nîqaşê, nelirêtî û têkiliyên bi Çînê re ji sedemên sereke yên krîzê ne.

KLANA RAJAPAKSE LI DIJÎ TAMÎLAN KOMKUJÎ KIR

Nîqaşên li ser klana Rajapakse nû nîne. Ji bo baştir bê fêhmkirin divê mirov bala xwe bidin ser sala 2009'an. Şerê ku 37 salan li dijî gelê Tamîlê hate meşandin, wê salê bi komkkujiyan hate qezençkirin. Mahinda Rajapakse di navbera salên 2005 û 2015'an de Serokkomar bû. Di navbera salên 2019 û 2022'an de Serokwezîr bû. Bi vî rengî di dema Rajapakse de têkoşîna Tamîlan bi xwînê hate tepisandin.

Lewma Rajapakse ji bo Tamîliyan yekî welê ye ku jê nefret dikin. Li gorî texmînên Neteweyên Yekbûyî, di hefteyên dawî yên şerê dijî Tamîlan de derdora 40 hezar sivîl hatin qetilkirin. Tê texmînkirin ku hejmara rastî gelekî zêdetir e.