Îsraîlê êrişeke hewayî li ser Sûriyê pêkanî: 5 kes mirin
Li gorî çavkaniyên hikûmeta Şamê, Îsraîlê li navenda Sûriyê êrîşeke hewayî pêk anî û di encamê de 5 kes hatin kuştin ku yek ji wan sivîl bû.
Li gorî çavkaniyên hikûmeta Şamê, Îsraîlê li navenda Sûriyê êrîşeke hewayî pêk anî û di encamê de 5 kes hatin kuştin ku yek ji wan sivîl bû.
Ajansa nûçeyan ya Sana xwe spartiye çavkaniyeke leşkerî û ragihand ku Îsraîlê li navenda wî welatî êrîşeke hewayî pêk aniye.
Çavkaniya leşkerî diyar kir ku êrîş bi mûşekên balafirên şer hatiye kirin.
Hat ragihandin ku di encama bomberdûmanê de 5 kes jiyana xwe ji dest dane û yek jê zarok 7 kes jî birîndar bûne.