Li gorî Rûsyayê leşkerên kirêgirtî yên Îsraîlê piştgiriya ‘Naziyan’ dikin

Li gorî Wezîriya Karên Derve yê Rûsyayê, Îsraîl ligel leşkerên kirêgirtî yên Moskova wana wek “nazî” pênase dike cih digire.

Berdevka Karên Derve ya Rûsyayê Marîa Zaharova di roportaja bi radyoya Spûtnîkê re kir de wiha got: “Ez ê tiştekî ne bi dilê siyasetvanên Îsraîlî bibêjim, lê dibe ku bala wan biçe ser. Leşkerên kirêgirtî li Ûkraynayê ligel milîtanên Azakê cih digirin.”

Tabûra Azak a sala 2014’an ji aliyê çepgirên tundrew ve hat avakirin, paşê bi hêzên birêkûpêk ve hat girêdan.

Endamên Azakê yên ji aliyê Ûkraynayiyan ve wek “qehreman” tên dîtin, ji aliyê Rûsyayê ve wek “faşîst” û “nazî” tên pêşkêşkirin. 

Kadroyê avaker ê tabûra Azakê ji nav tevgera Neonazî derket. Ev tabûr di nav artêşê de wek yekîneyeke bijartî cih digire. Ji sala 2022’yan ve tê têxmînkirin ku hejmara endamên wê 3500-5 hezar kes in. Tabûr bi taybetî di şerê Donbasê yê 2014’an de bi girtina bi kêfî, komkujî û êşkenceyê tê sûcdarkirin.

Rûsya di rojên dawî de daxuyaniyên ku rê li ber acizbûna Îsraîlê vekir dide. Wezîrê Karên Derve Sergey Lavrov ê roja Yekşemê bû mêvanê kanaleke televizyonê ya Îtalyayê, Serokkomarê Ûkraynayê Volodîmîr Zelenskiy kir armanc û ev gotin kirin: “Wê argumanê datîne holê: Heke ku Cihû ye çawa Nazîzm dikare li Ûkraynayê hebe.”

Lavrov got: “Vêca çi bûye? Ev rastî nikare înkarkirina hebûna Naziyan a li Ûkraynayê nîşan bide. Dibe ku şaş bim, lê ez bawer im ku bi Hîtler re jî xwîna Cihûyan hebû. (…)”

Lavrov îdia kir ku hin dijminên herî xirab ên Cihûyan Cihû ne.

Wezîrê Karên Derve yê Îsraîlê Yaîr Lapîd bertêk nîşanê van gotinan da û wiha got: “Gotinên wezîr Lavrov sosret in, nayên efûkirin û xeletiyeke dîrokî ya tirsnak e.”

Êvara Sêşemê jî Wezîrê Karên Derve yê Rûsyayê Lavrov, Îsraîl bi “bi piştgirîdayina ji rejîma Neonazî re” sûcdar kiribû.