Li Sûdan a Başûr nexweşiya kolerayê ji nû ve der bû

Li Sûdan a Başûr, piştî sala 2017'an careke din nexweşiya kolerayê der bû. Kesekî jiyana xwe ji dest da.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Tenduristiyê, li bajarê Rûbkano ya li eyaleta Ûnîtyê, şewba kolerayê ji nû ve der bû.

Wezaretê diyar kir ku heta niha 31 nexweş hatine tespîtkirin, yek ji nexweşan miriye. Hate ragihandin ku nexweşiya kolerayê li kampa koçberan a navbera navçeya Rûbkano û Bentîûyê der bûye.

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku nexweş hemû hatine dermankirin, ji nexweşxaneyê derketiye û hate gotin, "Wezareta Tenduristiyê û hevkarên wê ji bo tespîtkirina nexweşên kolerayê lêkolînan dewam dikin."

Li gorî daneyên hikumetê û Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, nexweşiya kolerayê destpêkê 20'ê Adarê li zarokeke 2 salî hate tespîtkirin. Ev agahî jî di 14'ê Nîsanê de bi fermî hate piştrastkirin. 25'ê Adarê jî testa zarokeke 7 salî pozîtîf bû.

Li Sûdan a Başûr ji Kanûna 2017'an û vir ve nexweşiya kolerayê nehatiû tespîtkirin. Şewba herî dawî di Hezîrana 2016'an de der bûbû û bûbû sedema mirina 436 kesî. Bi giştî 20 hezar kes bi nexweşiya kolerayê ketibûn.

Nexweşiya kolerayê li herêmên ku ava vexwarinê bi dest nakeve yan jî tevnên sanîtasyonê nîne, rû dide.

Li gorî texmînan, her sal li cîhanê ji 1.3 milyon heta 4 milyon mirovî bi kolerayê dikevin û ji 21 heta 143 hezar kesî jiyana xwe ji dest didin.