Li Lîbyayê, komên ku dewlet wan fînanse dike, sûc dikin!

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir ku li Lîbyayê komeke milîs a ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin sûcên giran dike, mafên mirovan binpê dike û bêceza tê hiştin.

Di daxuyaniya nivîskî ya Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî de wiha hate gotin, "Bêcezahiştin dibe sedem ku milîsên Otorîteya Piştevaniya Aramiyê (SSA) ya ji aliyê dewletê ve tê fînansekirin hîn bêhtir mirovan bikujin, bi kêfî destgîr bikin, penaber û koçberan bi kêfî bigirin, êşkenceyê bikin, bi zorê bixebitînin, mafên mirovan di asteke giran de binpê bikin û sûcên di asta hiqûqa navneteweyî de bikin."

SSA bi bernameya serokê berê yê hikumetê Fayiz El Saraj ê ku dewleta Tirk û Qatar piştgiriya wî dike, Çileya 2021'ê ava bû û tenê di bin erka Serokwezîr de ye.

Rêxistina Efûyê ragihand ku SSA ji aliyê 'Yek ji lîderên milîsên herî xurt' ên li Trablûsê Abdul Ganî El Kîklî ve tê birêvebirin. Rêxistinê diyar kir ku li gel 'rabirdûya ji sûcên giran û binpêkirina mafên mirovan' a Kîklî, ji bo vî erkî hatiye wezîfedarkirin.

Rêxistinê bi bîr xist ku li ser gilî û gazinên ji El Kîklî û alîkarê wî Lutfî El Hararî têne kirin, meha Nîsanê ji meqamên Lîbyayê re name nivîsî ye û xwestiye ku pêşî li van kesan bê girtin ji bo hîn bêhtir sûc nekin, dest li lêpirsînan wernedin an jî ji mafê destnedanê sûdê wernegirin.

Ev daxwaz heta niha bêbersiv hatiye hiştin. Lutfî El Hararî di rewşa heyî de serkêşê Saziya Ewlekariya Hundirîn a ji navenda Trablûsê (ISA) ye. Li gorî Rêxistina Efûyê ISA jî komeke din a milîs e ku sûc kiriye û mafên mirovan binpê dike.