ANALÎZ
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik anî ziman ku PDK'ê ji dewleta Tirk re gotiye, eger YNK tevlî şerê li dijî PKK'ê nebe wê nikaribe encameke şênber bi dest bixe û got, "PDK dewleta Tirk teşwîq dike ku zextê li YNK'ê bike."
Li qadên Newrozê daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hate kirin. Rêber Apo beriya 50 salî ji bo meşeke Newrozê bide destpêkirin bi pênc ciwanan gava destpêkê avêt. Niha bi dehan milyon mirov di vê astê de xwedî li rastiya Rêber Apo derdikevin.
Dewleta Tirk di çarçoveya planên dagirkeriyê de li dijî Tevgera Azadiya Kurdistanê amadekariya operasyoneke nû dike. Dewleta Tirk hewldanên xwe yên ji bo vê operasyonê didomîne.
Em di sedsaleke jinê de derbas dibin. Rastiya sedsaleke ku azadiya jinê, xeta berxwedanêya jinê, sîstema jinê û civakîbûna jinê lê pêş dikeve, heye. Nexşerêya vê sedsalê felsefeya Jin Jiyan Azadî ye ku bi pêşengiya jinan bûye gerdûnî.
Gûantanamoyeke her welatekî, her desthilatdariyekê heye. Li Iraqê Ebû Gûreyb, li Îranê Evîn, li Tirkiyeyê Îmrali. Ya PDK'ê jî girtîgeha Akre ye. Kiryarên van desthilatdariyan ên li girtîgehan vediguherin rêbaza rêvebirina civakê.
Hemû Nûçe
-
Sadir bi milyonan kesî peyam da kê?
Sadir bi komkirina bi milyonan kesî hem hêza xwe nîşan da, hem jî banga derxistina hêzên dagirker kir. Peyamek girîng e, lê ya girîngiya vê zêdetir bike ew e ku wê Sadir li gorî vê peyamê be an na. Dîsa hêzên din ên Iraqî li ber vê çi helwest hebe.
-
Di demeke hesas de sê kongreyên girîng
Di her sê kongreyan de rêbaza demokrasî, azadiya jinê û jîngehparêzî hate nîşandan û di heman demê de azadiya fîzîkî ya Rêber Apo yek ji xalên wan ên bingehîn bû.
-
Rêwiyên heqîqetê yên Çiyayê Reş
Rohat Dengdar, Şevîn Şemzînan, Demhat Derwêş, Sema Agirîn, Şerda Sosin, Denîz Reş, Xemgîn Qelqelî û Zîlan Xebat ku li dijî êrîşên dewleta Tirk li Çiyayê Reş berxwedaneke bêhempa kirin, di 17'ê Nîsanê de tevlî karwanê nemiran bûn.
-
Kemalbûyîn
Serdemeke nû destpê kir, bi rengê Kemal. Di sibeha 14'ê Tîrmehê de navê berxwedanê bû Kemal.
-
-
Ala 14'ê Tîrmehê hînê li ba ye
Ala 14'ê Tîrmehê îro li Metîna, Zap û Avaşînê li ba ye. Gerîla li ser bingeha berxwedana Hayrî Dûrmûş, Kemal Pîr, Akîf Yilmaz û Alî Çîçek, li çiyayên Kurdistanê destanan dinivîsînin.
-
-
Rastiya fermanên li ser Êzidiyan
Serwerî li dijî nirxên çand û baweriya Êzidiyan e. Ji ber ku nekarîn bibin xwedî, ji bo careke din nemîne, hewl dan tune bikin.
-
PDK li pêşiya avakirina hikûmeta Iraqê asteng e
Tevî ku zêdetirî 8 meh li ser hilbijartina Parlamenta Iraqê re derbas dibe, ne hikûmeta nû, ne jî serokkomar hatine diyarkirin. Li ser erka serokkomariyê di navbera PDK’ê û YNK’ê de nakokî hene. PDK li pêşiya avakirina hikûmeta Iraqê asteng e.
-
Rewş û encama şerê li dijî dagirkeriyê
Şerê herî dijwar ê dîroka gelê Kurd li çiyayên Kurdistanê di navbera dewleta Tirk a dagirker û gerîlayên Kurd de dimeşe. Dikare bêgotin, wê ev şer çarenûsa têkoşîna azadiyê ya Kurd û ya dewleta Tirk a faşîzan jî diyar bike.
-
Wezareta Rewşenbîrî biryara sansurê da!
Bi vê biryarê divê kes qala dagirkeriyê neke, qala talan û wêraniya xwezaya Kurdistanê neke, qala derketin ciwanan neke, qala kuştina jinan neke, qala êrîşên ser her çi navçeyekê tê kirin, neke. Wisa bide nîşandan ku her tişt gul û gulistan e.
-
'Zîlan manîfesto ye, rêbera jiyana azad e'
Endama Koordînasyona KJAR'ê Peyman Viyan got, "Gelekî ku xwedî van pêşeng û şehîdên mezin be, teqez wê bi ser bikeve. Wexta wê ye ku her kes xwedî li nirxên xwe û hebûna xwe derkeve; di vê demê de bêrefleks mayîn mirine."
-
Bi rastiya jinê ya fedaîbûyî ber bi serketinê ve*
Ya ku di 30'ê Hezîranê de li Dersimê teqiya qîrîna azadiyê ya jinê ya 12 hezar salî bû, qîrîna azadiyê bû... Rastiya Zîlan a fedaîbûyî dîrok ji nûve nivîsand. Dîrok vê carê bi wêrekî, bedewî û aqlê jinê dihate nivîsandin.
-
PDK bûye dijminê şoreşgerên Kurd!
PDK'ê sala 1996’an di serî de pêşengê eşîra Sûrçiyan Husên Axayê Sûrçî, kesayetê naskirî yê herêma Behdînan Sadiq Omer û welatparêzê Kurd Elî Şeban jî qetil kirin. Niha jî bi reng û rêbazên cuda şoreşger û welatparêzan bi destê MÎT’a Tirk qetil dike.
-
Gel û gerîlayên ku bûne fedaî wê têk neçin
Zap, Avaşîn û Metîna di serî de li hemû Kurdistanê li hemberî faşîzma AKP û MHP’ê ya nijadperest, şovenîst, Tûranperest, li ser fikra Sêva Sor, dijminê Kurdan, qirker û dagirker, li ser xeta serfiraziyê ev ruh û bîra fedaî li ber xwe dide.
-
-
-
-
-
Şerê Zapê û dawiya şefên faşîst
Ji bo dagirkeran sefer li Zapê dibe, lê serketin nabe. Gerîla weke lawaz tê dîtin, lê dema li ser xeta xwe be ti carî têk naçe. Her wiha agir tê lîstin, lê bi şer nayê lîstin. Dibe ku Erdogan û Bahçelî ev rastî fêhm nekirin.
-
-
Destguhertin û bicihanîna kembera reş e
Divê neyê gotin ku komên çete li Efrînê bi hev ketine yan jî di nava şer de ne. Ji ber ku tişta rû dide li gorî konsepta giştî ya dagirkeriya Tirk destguhertin e.
-
Li ser Şengalê planeke nû gerandin
Provokasyona ku piştî êrişa li ser avahiya Meclîsa Gel a Sinûnê û dikandarên Sinûnê hate birêxistinkirin, eşkere bû ku encama planeke nû ye.
-
-
Bi serkêşiya PDK’ê pêngava sêyemîn a dagirkeriyê
Di temamî salê de PDK’ê dev ji tevgera xwe berneda û li gelek deveran li dijî gerîla ket tevgerê. Bi taybet li Xelîfan kemîn li pêşiya hêzên gerîla danîn û di encamê de 2 komên gerîla xistin kemînê û şehîd kirin.