Komploya navneteweyî ya Madrîdê û gerdûnîbûna tevgera Kurd

Divê hemû hêz zanibin ku komplo û dijminatiya li PKK’ê û Rêber Apo bê feyde ye, ji ber ku bûne gerdûnî û civaka mirovahiyê wê xwedî li wan derkeve û hûn ê di dawiyê de şerm bikin.

Şerê Rûsya û NATO'yê li Ûkraynayê jî hevsengiyê diguherîne. NATO dixwaze Rûsyayê li ser sînorên xwe asê bihêle û bikeve nava şer. Li aliyê din NATO dixwaze hegemonyaya xwe li cîhanê berfireh bike û ji nû ve ava bike. Li gel Rûsyayê wê Çîn, Îran û welatên Asyayê kontrol bike. Esas NATO dixwaze Çînê sînordar bike, lewma bi rêya Rûsyayê dest bi plana xwe kir.

Di vir de ya girîng helwesta NATO’yê ya li hember pirsgirêka Kurd û bazarkirina li ser pirsgirêkên neteweyeke ji 70 milyon mirovî ye. Lewma divê em bipirsin çima NATO dijminatiyê li gelê Kurd dike? Çima dema dibîne ku pirsgirêka Kurd ber bi çareseriyê ve diçe, hewl dide pirsgirêka Kurd vegerîne sifirê?

Komploya dawî ya NATO'yê di civîna Madrîdê ya meha Hezîranê de pêk hat. Weke ku her kes zane dewleta Tirk a dagirker daxwaza Swêd û Fînlandiyayê ya tevlîbûna NATO’yê veto kir, da ku dijminatiya xwe ya li hemberî doza rewa ya Kurd nû bikin. Piştî redkirina doza Olof Palme, Swêd neçar ma ku li hember PKK’ê rexne bide. Ji bo ku ev rewş neqewime, NATO’yê firsend bikar anî û nehişt ku dewletên Skandînavya nermiyê li hember doza Kurd nîşan bidin û hemû deriyan li ber doza Kurdî ya rewa bigire.

Ewropa ku xwe wek rêberê demokrasiya lîberal bi nav dike, îdîa dike ku li wir mafê mirovan, azadî û dadmendiyê heye!! Lê ev hemû dirûşim tenê ji bo hegemonya û tinekirina civaka Asya û Afrîkayê ne, nexwe dema Ewropa nêzî pirsgirêka Kurd dibe, mîna ejderhayekî ku agir û jehr ji devê xwe ve derdixîne holê. Gelek mirovên Kurd hene ku bawer dikin û dibêjin, xwezî em di bin destê welatên Ewropî de bûn, ew pêşketî ne! Yanî gelek Kurd hê jî wek ku di bihuşta Ewropayê de bijîn direvin welatên Ewropayê, nizanin ku bihuşta Ewropayê ji bo têkbirina gelê Rojhilat bi giştî û civaka Kurd bi taybetî ye. Ji ber vê yekê divê careke din derkeve holê ku komploya navneteweyî ya ku di 15'ê Sibata 1999'an de Rêber Apo girt, sûcên Sykes-Pîcot û Lozanê dubare kir. Di 06.11.2018’an de Emerîkayê bi xwe bi diyarkirina xelatan li ser pêşengên Tevgera Azadiya Kurdistanê komplo nû kir.

Di van du salên dawî de NATO bi pêşengiya DYA’yê bi navê agirbest û bêdengiya çekan hewl da PKK û Rêber Apo ji hevdu cuda bike, PKK bi vê komployê hesiya, lewma nekete komploya wan. Got ku heta Rêber Apo pêşengiyê neke tu qonax destpê nake. Lewma komploya NATO’yê têk çû. Li ser vê bingehê NATO’yê hemû derî ji dewleta Tirk a dagirker re vekiriye ku li her derê êrîşî gerîla, kadro, endam, dost û alîgirên PKK’ê bike. Eger NATO asîmanê Iraq û Sûriyeyê ji Tirkiyeyê re venekira, Tirkiyeyê nikarîbû li Qamişlo, Kobanê, Şengal, Mexmûr, Kelar û Çemçemalê kadro û endamên PKK’ê qetil bike.

Tevgera Azadiya Kurdistanê 6 sal in di ti qada têkoşînê de serî li ber daxwazên NATO'yê netewand. Her çiqas berdêl daye jî bi hemû hêza xwe têkoşîna doza rewa ya gelê xwe didomîne. Lewma divê em careke din bînin bîra xwe ku doza Kurd dozeke gerdûnî ye.

Dewleta Tirk dijminê Kurdan ê mezin e, ji bo pirsgirêka Kurd rewa nebe, amade ye bi her awayî tawîzan bide. Yanî dijminatiya dewleta Tirk ne nû ye, sed salek tijî bûye. Balkêş e ku dewleta Tirk nekarî bi tena serê xwe li hember Şoreşa Kurdistanê derkeve. Bê NATO, dewleta Tirk 6 mehan nikare li pêşberî hêzên şoreşger ên Kurdistanê bisekine. Lewma NATO di bin navê dewleta Tirk de rasterast dijminatiya gelê Kurd dike. Me êrîş û dagirkeriya Serêkanî û Girê Spî li Rojava ji bîr nekiriye, hê jî gotinên Donald Trump ên ku bi navê ‘herêmên aştiyê yên ji bo penaberan’ ev herêm pêşkêşî dewleta Tirk kirin, tên bîra me. Niha jî bi heman hincetê komploya wan a li dijî Rojava didome, komploya Madrîdê beşeke girîng ji Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê dihewîne nava xwe. 

Tişta ku li vir tê gotin nayê wê wateyê ku gelê Kurd û PKK li hemberî NATO, Emerîka û Ewropayê li ber xwe daye, berovajî vê yekê naxwazin pirsgirêka Kurd a rewa bibe mijara çareseriyeke siyasî û bi komployên navneteweyî yên bi rêya dagirkeran re rû bi rû dimînin. Ji ber vê yekê carek bi navê Baasê çekên kîmyawî û Enfal bikar anîn, niha jî bi navê Tirkiyeyê heman tiştî dubare dikin. Ji ber vê yekê di vê sedsalê de her dijminatiya li dijî gelê Kurd û doza wî ya rewa, eger ne ji ber NATO’yê bûya, wê bi salan Kurdistan bigihêjiya azadiyê.

Li dîroka Iraqê binêrin, di sala 1958’an de Ebdulkerîm Qasim, ji ber ku guh neda welatên rojava û NATO, pir sade mafên Kurdan ên neteweyî, siyasî û çandî qebûl kir û di destûrê de bicih anî. Eger serokên Kurdan ên wê demê jîr bûna, dikaribûn doza Kurdî ya rewa bikirana destên xwe û nebûna lîstika di destê SAWAK, CIA û MOSAD dezgehên îstixbarata cîhanê de. Ji ber vê yekê Rêber Apo ji bo Tirkiyeyê ev yek baş pênase kir û got; 'Tirkiye li Girava Îmraliyê tenê gardiyantiyê dike. Yên ku ez anîme vir, wan baş nas dikim. Pêşengên pergala modernîteya kapîtalîst in'.

PKK weke hêza herî mezin a Kurd xwedî paradîgma, fikir, felsefe, îdeolojî û rêberê xwe ye û tenê dikare biryara çarenûsa gelê xwe bide. Yanî di berjewendiya gel û welatê xwe de xwedî siyaseteke serbixwe ye. Ji ber vê yekê di jiyana xwe ya 50’î salî de karîbû van komployan pûç bike, ango xwe ji destên komplogeran rizgar bike. Xwepêşandana bi deh hezaran kesî ya 25’ê Hezîranê ya li bajarê Dusseldorfê Elmanyayê, bû îspata girseyî ya têkçûna îro ya artêşa dagirker a li Zap, Matînan û Aveşînê. Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava û 10. salvegera şoreşê ya bi modela herî modern a demokratîk, rewşenbîr û fîlozofên weke Zîzek û Chomsky ku gotin; 'Divê em ji ezmûna we ya demokrasiya radîkal dersê bigirin' matmayî dihêle.

Hêza herî dawî ya Kurd a demokratîk kongreya pêncemîn a HDP'ê ya di 3'ê Tîrmehê de li paytexta hêzên dagirker Enqereyê bi 50 hezar endaman pêk hat. Ev kiryareke wisa pesindar e ku tenê merov dikare bibêje ‘destê we sax bi hevalno.’

Ev hemû îspat dikin ku Rêber Apo, PKK û destketiyên wan gerdûnî bûne û ji ber vê yekê civaka mirovahiyê ya li cîhanê ji wan îlham digire. Di heman demê de hêzên cîhanê yên hegemonîk ên ku serpereştiya pergala herî zalim û nemirovî ya cîhanê, pergala kapîtalîst dikin, her tim komplo û dijminatiya wê hêzê dikin.

Ji ber vê yekê divê ev hemû hêz zanibin ku komplo û dijminatiya li PKK’ê û Rêber Apo bê feyde ye, ji ber ku bûne gerdûnî û civaka mirovahiyê wê xwedî li wan derkeve û hûn ê di dawiyê de şerm bikin.